Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: Jin li her deverê li dijî desthilatdariya mêr li ber xwe didin 25.11.2020

 

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
PAJK: JIN LI HER DEVERÊ LI DIJÎ DESTHILATDARIYA MÊR LI BER XWE DIDIN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de xwişkên Patrîar, Mînevra û Marîa Teresa Mîrabel hatin bibîranîn.

Di daxuyaniya PAJK’ê de hat destnîşankirin, ku ji ber berxwedana jinan mezin dibe, desthilatdariya zilam jî her roj êrişên xwe zêdetir dike.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku her roj li her kolanên cîhanê jin tên qetilkirin, dor li wan tê girtin û teslîmiyet li ser wan tê ferzkirin û wiha hat gotin:

Li hemberî zilamê ku ewçendî hatî perwerdekirin, heta em jin xwe bêparastin, bêperwerde bihêlin, wê navê me jî bi daneyan bê nivîsandin.

Weke Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê ji bo jiyaneke bi rûmet li hemberî vê yekê me dît, ku ji bilî xweperwerdekirin û parastina xwe ti çareya me nîne.

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hat destnîşankirin, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo qira wan bîne bi taybet jinan û Kurdan dike hedef.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
PAJK: ÊDÎ BÊYÎ ÎRADEYA JINAN TI KES NIKARE GAVEKÊ TENÊ JÎ BAVÊJE

Piştî ku Rêber Apo Tevgera Azadiyê ya Kurd bi azadiya jinê ve girêda, ev desthilatdarî li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinan ku mezin bû, tirsiya.

Ji ber ku dewleta Tirk ji vê hêza Rêber Apo tirsiya, tecrîd girantir kir, pîlana çokdanînê û polîtîkayên qirkirina jinê kirin meriyetê.

Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî li dijî hukûmeta Erodgan a navê xwe li lîsteya desthilatdariyên faşîst da nivîsandin, tevî qedexeyan hemûyan li ber xwe didin.

Li Belarûsê, Polonyayê, Meksîkayê jin rabûn ser piyan.

Ev hemû nîşan didin, ku êdî ti kes bêyî îradeya jinan nikare gavekê tenê jî bavêje.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
PAJK: EM PÊŞENGIYA PÊNGAVÊN KJK Û KCK’Ê HILDIGIRIN SER MILÊN XWE

Di daxuyaniya PAJK’ê de pêngavên “Dem Dema Azadiyê ye” “Li Dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e” hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

Ji bo ev têkoşîn bi awayekî xurt bidome û faşîzm têk biçe, em pêngavan ji bo azadiya jinê temam dikin û pêşengiya wan hildigirin ser milên xwe.

Em weke kadroyên PKK û PAJK’ê bi şîara “divê jinek tenê jî nerêxistinkirî nemîne” pêngavan pêşwazî dikin.

Em dikarin bi rêxistinkirina heqîqetê xweparastinê birêxistin bikin, li dijî her cûre tundiyê li ber xwe bidin.

Birêxistinbûyînê em dikarin azad bibin û azad bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv