PANORAMA 2020
BÛYERÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ-2020
Sala 2020’an li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi gelek bûyeran derbas bû.
3’yê Çileyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şeabî Ebû Mehdî El Mihendis di êrişa Amerîkayê de li paytexta Iraqê Bexda hatin kuştin.
7’ê Çileyê Îranê baregeha Eyn El Esed a Amerîka li Iraqê bi 15 fuzeyan kir hedef.
8’ê Çileyê balafirek Ukraynî ya rêwiyan ji aliyê Îranê ve hat xistin… Di êrişê de 179 kesên ji welatên cûda hatin kuştin..
Li Rojhilatê Kurdistanê destpêka serê salê lehî rabû û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.
21’ê Sibatê hilbijartinên 11. ên Parlemena Îranê pêk hatin û rêjeya tevlîbûnê weke ji sedî 42 hat ragihandin.
10’ê Gulanê keştiyeke şer a Îranê bû hedefa êrişekê û 19 leşkerên wê hatin kuştin.
2’yê Tîrmehê li navenda Atomî ya nêzî parêzgeha Îsfahan a Îranê teqînek çêbû.
17’ê Îlonê KODAR û PJAK’ê Pêngava “Belê ji Demokrasiyê re, Na ji darvekirinan re” ragihandin.
23’ê Îlonê Koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilat beşdariya li pêngavê ragihand.
25’ê Îlonê KJARê jî Pêngava “li dijî sêdare û qirkirina jinê, dema parastina jiyana azade” ragihand.
27’ê Mijdarê Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Îranê Mihsên Fexirî Zade di êrişekê de hat kuştin.
Dîsa tevahiya salê ji ber ambargoya Amerîkayê û hevalbendên wê, Îran di warê aborî de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ma.
Tevahiya salê êrişên Israîlê li dijî hêzên Îranê dewam kirin.