Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Dogan Erbaş: Divê em ne tecrîdê, serbestiya birêz Ocalan bînin rojevê 10.01.2021

 

PARÊZER DOGAN ERBAŞ PERGALA ÎMRALIYÊ NIRXAND:
‘DIVÊ EM NE TENÊ TECRÎDÊ, SERBESTIYA BIRÊZ OCALAN BÎNIN ROJEVÊ’

Dogan Erbaş ku di navbera salên 1999-2011’an de weke parêzer, pir caran çû Imraliyê hat, derheqê şertên îro yên pergala Imraliyê û pozisyona Rêber Apo ya di siyasetê de bersiv da pirsên Ajansa Mezoptamyayê.

Dogan Erbaş ku niha di komisyona huquqê ya HDPê de kar dike got:

“Ji bo pergala li Îmraliyê bikarnaîna têgihên wekî tecrîd, îşkence têra îfadekirina rastiyê nake. Li Îmraliyê rewşeke gelek taybet heye ku ti eleqa wî bi hiqûqa navxweyî û navnetewî tine.

Dogan Erbaş behsa tecrûbe û salên parêzera xwe kir û rewşa îro wiha şîrove kir:

“Di pêvajoya 2013-2015’an de civaka Tirkiyeyê hêza çareserkirinê ya Birêz Ocalan dît. Di pirsgirêka kurd, meseleya jinê, aborî, ewlehî û hiqûqê de birêz Ocalan tim rêyên çareseriyê nîşanda. Her cara ku pêvajo dixitimî birêz Ocalan diket dewrê perspektiveke nû nişan dida. Ji bo hemû aliyan çareyên rasteqîn hildiberand. Bi vê pergala îro ya li Imraliê dixwazin vê hêz û kapasîteya hilberîna fikirî ya Birêz Ocalan tune bikin.”

PARÊZER DOGAN ERBAŞ PERGALA ÎMRALIYÊ NIRXAND:
‘HETA KU BIRÊZ OCALAN NEKEVE DEWRÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE’

Derheqê çareseriya pirsgirêkên di navbera Dewleta tirk û kurdan de jî Dogan Erbaş bal kişand ser rola Rêber Apo û pir vekirî got: Meselaya Kurd pirsgirêkeke piralî ye heya ku Birêz Ocalan nekeve dewrê ne mimkune ku ev pirsgirêk çareser bibe.

Dogan Erbaş Ocalan weke rehineki siyasî pênase kir û da xuya kirin ku pozîsyona wî îro ji siyasetmedarekî wêdetire ew ji aliyê fikir ve, bi taybetî li Rojhilata Navin bûye rêberê gelên bindest: Divê êdî rêyek were dîtin daku gelên Tirkiyeyê jî karibin ji fikra wî ya çareseriyê fayde bibînin.

Erbaş derheqê rewşa hiquqî ya doza Rêber Apo de jî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya ewropayê ku dibêje: Piştî 22 salên li girtîgehê divê dosya Ocalan ji nû ve di berçavan re were derbas kirin. Lewma ji niha û pê ve, ne tenê tecrîd, divê raste rast azadiya Ocalan bibe rojev û di vî warî de nîqaş çêbibin. Di şûna başkirina şert û mercên li Îmraliyê de, divê zîndana Îmralî bi hemû pergala xwe ve, bi temamî bê girtin.

Erbaş çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî weke “bangeke li civakê” pênase kir û got: Divê ne tenê HDP, hemû hêzên azadîxwaz û hemu kesên ku doza jiyaneke wekhev û adîlane dikin bikevin nava tevgerê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv