Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Parêzer Ebrû Tîmtîk şehîd

 

Parêzer Ebrû Tîmtîk…

238 roj in di çalakiya rojiya mirinê de bû.

Ebrû Tîmtîk doh êvarê şehîd bû.

JI BO DARAZEKE ADIL 238 ROJ IN DI ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ DE BÛ

Sala 2017’an komek parêzer ên endamê Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem hatin girtin

Li ser îfadeya şahidên veşartî dadgehê bi giştî 160 sal li parêzeran birî.

Li ser vê biryarê, ji baroya Stenbolê Parêzer Ebru Timtik û ji Baroya Enqerê Parêzer Aytaç Unsal, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Aytaç Unsal di roja 63 û Ebrû Timtik jî di roja 94’an de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.

Tenê daxwazeke wan hebû; darizandineke adil.

Lê belê rayedarên dewleta Tirk, xwe bêdeng kirin.

Rewşa Ebrû giran bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê.

Ebrû di tevahiya jiyana xwe de li dijî sîstema faşîst a AKP/MHP’ê têkoşiya.

Ebrû Tîmtîk, 12’ê Îlona 2018’an dema hat girtin, helwest nîşan da û li dijî îşkenceyê biryardariya xwe ya têkoşînê anî ziman.

PARÊZER EBRÛ TÎMTÎK ŞEHÎD BÛ: “HEYA NEÇIM DÊRSIMÊ BAŞ NABIM”

Parêzer Ebrû Tîmtîk, jineke Kurd ji Dêrsîmê bû.

Jineke afrînera jiyanê bû.

Heya kêliya dawî jî ji bo jiyaneke adîlane liber xwe da.

Dema ew rakirin nexweşxaneyê ev peyam da;

“Dest û milê me girêdane, em nikarin tiştek bikin. Em tenê edaletê dixwazin. Ya ku herî zêde me diêşîne jî ev e.

Dîsa di peyama xwe de digot;

“Ku werim berdan ez ê herim axa xwe Dêrsimê. Heya neçim Dêrsimê baş nabim.”

Ist16-216-Dilek-Dogan-Davasi-Ebru-Timtik-Ile-Ozel-Rop

Lê belê bêyî ku were berdan Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a çalakiya xwe de, ango 27’ê Tebaxa 2020’an li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê şehîd bû.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv