PARÊZER ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
MIFTEYA KRÎZA ABORÎ JÎ Û PIRSGIRÊN DIN JÎ LI ÎMRALIYÊ YE
Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku tevî şertên dijwar ên tecrîda Îmraliyê Rêber Apo ji têkoşîna ji bo çareserî û aştiyê dûr neket.
Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku mifteya hemû pirsgirêkên Tirkiyê li Îmraliyê ye, dawîkirina tecrîdê dikare bibe destpêkek.
Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez li ser rewşa muwekîlê xwe, rewş û têkoşîna wî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û peyamên girîn dan.
Îbrahîm Bîlmez girîngiya pêwistiya aştî ya ji bo Tirkiyê destnîşan kir û got: Aştî ne tenê ji bo Kurdan pêwist e. Berovajî pêwistiya hemû gelan bi aştiyê heye. Birêz Ocalan 30 salin ji bo aştiyê, têkoşîneke cidî dimeşîne. Wê çareserî û aştî bandoreke mezin li hemû pirsgirêkên Tirkiyê bike. Mifteya krîza aborî jî û hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyê jî, li Îmraliyê ye.
PARÊZER ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
JI BER SIYASETA ŞER A AKP-MHP’Ê, TI KES XWE DI EWLEHIYÊ DE HÎS NAKE
Bîlmez tespîta Rêber Apo ya wekî “Pirsgirêka kurd, ne me afirand, PKK nebûya jî, wê tevgereke din ev pirsgirêk derxista holê” bi bîr xist û got:
“Birêz Ocalan ji sala 1993’an û vir ve ji bo çareseriyê têdikoşe. Heta niha gelek gavên girîng û cidî avêtin. Lê belê ev hewldan baş nehatin bi kar anîn û bi tevgerên leşkerî pûç hatin derxistin.”
Parêzer Îbrahîm Bîlmez, tecrîda Îmraliyê wekî bêçareserî nirxand û wiha pêde çû:
“Bi şîrikatiya AKP û MHP’ê tecrîd hate xurtkirin. Siyaseta şer xistin dewrê. Ev yek bû sedema mirina bi hezaran kesan. Bandoreke mezin li siyaseta derve ya Tirkiyê jî kir. Êdî ti welatî xwe di nava ewlekariyê de hîs nake. Lewma herkes dixwaze tecrîd rabe û Tirkiye demokratîk bibe.”
PARÊZER ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
WÊ DAWÎKIRINA TECRÎDÊ, KARIBE BIBE DESTPÊKEK
Îbrahîm Bîlmez hebûna Rêber Apo, wekî şansekî mezin nirxand û got: Divê dewlet siyaseta şer bi dawî bike. Siyaseta çareseriyê esas bigire û pêvajoya bi dawîkirina tecrîdê dest pê bike.
Eger rakirina tecrîdê bibe destpêkek, birêz Ocalan jî wê karibe atmosferê biguherîne. Wê ev yek bandor li siyaseta derve jî bike. Wê Tirkiye ji kaosa şer rizgar bibe.