Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Tahir Elçî di riya rastiyê de canê xwe da 28.11.2020

 

PARÊZER TAHIR ELÇÎ
DI RIYA RASTIYÊ DE CANÊ XWE DA

Sala 1991’ê ku di dîroka Kurdistanê de hem wek sala serhildana gel û hem jî sala komujiyan tê binavkirin, Tahîr Elçî yê ji Cizîra Botan, fakulteya Huqûqê li Amedê diqedîne…

Salên 90’î Elçî mîna bi hezaran kesên din, li dijî kuştina Kurdan, şewitandin û wêrankirina gundan, parêzeriya gelê Kurd dike..

Li dijî gefên JÎTEM’a Tirk bi wêrekî tevdigere…

Piştî xebatên dem dirêj li Amedê, sala 2014’an weke serokê Baroya vî bajarî tê hilbijartin..

Sala 2015’an serok-komarê Tirk Erdogan dawî li pêvajoya aştiyê anî û li dijî gelê Kurd şerê topyekûn ragihand..

Çapemeniya dewleta Tirk jî bi yek dengî destek da siyasetên qirkirina gelê Kurd û wek navendeke sereke ya şerê taybet dest bi xebatan kir..

Di vî warî de heman rêbazên salên 90’î hatin bikaranîn..

Planên wan ew bû ku bi rêya siyasetvanên Kurd, tevgera azadiya Kurdistanê reş bikin…

Ji bo vê jî, bi zanebûn hin kesayetên Kurd ên bi bandor hilbijartin..

Cotmeha sala 2015’an li televîzyona Tirkan a CNN panelek hat lidarxistin…

Beşdarên vê panele êrişên hovane ên dewleta Tirk ji nedîtîve hatin û hewldan hemû sûcên li Kurdistanê tên kirin bixin stûyê PKK..

Tahîr Elçî li ber van gotinan rabû û wiha bersiv da:

“PKK ne rêxistineke terorîst e, PKK tevgereke siyasî û çekdariye. Beşê mezin ê civakê destekê dide PKK’ê.

Piştî van gotinan, bi pêşengiya çapemeniya Tirk û AKP’ê li dijî Tahîr Elçî kampanyaya lînçkirinê destpêkir..

Weke gava pêşî, Elçî hat binçavkirin û derheqê wî de biryara girtinê hat dayîn..

Piştî ku Tahîr Elçî hat berdan, çapemeniya şerê taybet êrişa li hemberî wî zêdetir kir..

Elçî jî bi gotina, ez ê ti carî stû li hemberî we netewînim bersiv da hemû gefên dewleta Tirk..

Roja 28’ê Mijdara 2015’an, li dijî êrişên hovane ên dewleta Tirk, Tahîr Elçî li pêşiya Minareya Çarling a navçeya Sûrê bi daxuyaniyeke çepemeniya bala her kesî kişand ser hewldanên talankirina dîroka Kurdistanê..

Dema daxuyanî bi dawî dibe, li herêma derrdorê polîsên dewleta Tirk hewl didin 2 endamên YPS’ê bigrin…

Û wan kêliyan hêzên Tirk bi zanebûn berê sîlehên xwe didin Elçî û ji pişt ve lêdann..

Di encama vê êrişê de Tahir Elçî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide..

Dîmenên kêliyên dema êrişê ku derketin holê, bi awayekî zelal nîşan da ku Tahir Elçî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin..

Elçî 29’ê Mijdara 2015’an li Amedê ji aliyê deh hezaran kesî ve hat oxirkirin..

Û mîna kuştina bi sedan siyasetvan û parêzvanê mafê mirovan, dewleta Tirk ji roja pêşî ve hewl da kujerên Elçî biparêze..

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv