Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerê Doza PKK JAN Fermon: Divê li welatên din jî têkoşîna hiqûqê bê meşandin

 

Insîyatîfa piştgiriya Skotland-Kurdistanê nîqaşên bernameyên xwe yên heftane yên li ser bernameya zoomê didomîne..
 
Vê hefteyê parêzer Yan Fermon ku di doza PKK ya li Belçîkayê de parastina saziyên Kurd kiribû mêvanê bernameyekê bû.
 
Fermon qala çîroka serkeftina xwe ya di vê dozê de kir.
 
Û diyar kir ku divê welatên din jî biryara dadgeha Belçîkayê ji bo xwe wekî mînak qebûl bikin..
 
PARÊZERÊ DOZA PKK’Ê FERMON:DIVÊ LI WELATÊN DIN JÎ TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BÊ DAYÎN
 
Dîmenên girêdayê mijarê di hewiz de hebin bikar bînin di nava nûçeyê de !!
 
Dadgeha Qanûna Bingehîn a Belçîkayê di Çileya îsal de li ser Partîya Karkerên Kurdistanê bi biryara xwe ya dawî diyar kiribû PKK ne ”rêxistineke terorê’ ye.
 
Ev biryar di encama têkoşîneke hiqûqê de pêk hatibû û di vê têkoşînê dirêj de hewldanên parêzer Jan Fermon pir girîng bûn.
 
Li ser vê mijarê însîyatîfa piştgiriya Skotland-Kurdistanê li ser zoomê bernameyekê li dar xist.
 
Jan fermonê ku tevlî vê bernameyê bû, bi temaşevanan da zanîn, wî û hevalên wî yên din ên parêzer, di dadgehê de kapasîteya şer a PKKê li ber çavan raxistine.
 
Parêzer Fermon da zanîn, wan bi heyeta dadgehê daye zanîn, PKK berevajiya rêxistinên biçûk, dikare bi artêşeke mezin re şer bike û lewma tu mafê Belçîkayê tune wê wekî rêxistineke terorê bi nav bike.
 
Fermon diyar kir, Belçîka di bin zexta dîplomatîk a Amerîka û dewleta tirk de di 2006’an de doza li dijî saziyên kurd vekiriye.
 
Li gorî parêzer Jan Fermon divê di dema bê de hin encamên navneteweyî yên biryara serbestkirina PKKê jî derkevin holê.
 
Fermon got, hevalekî wî yê parêzer li Hollandayê biryara dadgeha Belçîkayê ji xwe re emsal girtiye û li vî welatî dozeke li hemberê qedexeya PKKê vekiriye.
 
Parêzerê belçîkî Fermon di wê qenaetê de ye, wê ev biryar di warê hiqûqî de tesîrê li serbestbûna PKKê ya li Ewrûpayê bike û di vê mijarê de li welatên din ên Ewrûpayê dozên din jî dikarin bên vekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv