JI PARÊZERÊN RÊBER APO EMRAN EMEKÇÎ:
PERGALA ÎMRALÎ BI ERÊKIRINA HÊZÊN KOMPLO PÊK ANÎN TÊ RÊVEBIRIN
Rêber Apo ji 15ê sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Taybet ya li Girava Îmraliyê ya xwedî qanûnên taybet dîl tê girtin.
Ji parêzerên Rêber Apo Emran Emekçî li ser wê pergala êşkencê ya Îmraliyê axivî û diyar kir ku ji hezar û 770 serlêdananên wan, hezar û 352 hatine red kirin û xwediyê biryara tecrîda mitlaq jî, hêzên serdest ên komplo pêk anînê ne.
Emran Emekçî bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo rola Tirkiyê ya li Îmraliyê wekî notirvanî nirxandiye û got: Tecrîda Îmraliyê bi erêkirina hêzên komplo pêk anîne, tê meşandin. Wekî birêz Ocalan jî dibêje, Tirkiye li Îmraliyê rola notirvaniyê pêk tîne.
JI PARÊZERÊN RÊBER APO EMRAN EMEKÇÎ:
DIVÊ HEWLDANÊN JI BO AZADIYA BIRÊZ OCALAN BÊN ZÊDEKIRIN
Parêzer Emran Emekçî girîngiya rola Rêber Apo jî destnîşan kir û got: ‘Diyalektîka rastiyek Îmraliyê heye. Di heman demê de qadek ku çareserî û neçareserî lê diqewim e. Divê em di hundirê vê diyaletkîkê de binêrin. Ev biryarên qedexekirina hevdîtinê û tecrîdê biryarên yên li dijî çareseriyê ne.”
Emekçî bal kişand ser girîngiya kampanyayên “dema pêkanîna azadiya Ocalan hatiye” û ji hemû aliyan xwest ku hewldanên ji bo azadiya Rêber Apo zêde bikin.
JI PARÊZERÊN RÊBER APO NEWROZ UYSAL:
ÎMRALÎ NAVENDA CIHÊKARÎ Û WEKÎ GIRTÎGEHÊN GONZOLA Û GUANTANAMO YE
Parêzerêke din a Rêber Apo Newroz Uysal jî diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê bi qanûnên ku mirov dikare bibêje “Qanûnên Ocalan” tê rêveberirin û got: Îmralî navenda cihêkarî û bêqanûnî ye. Wekî girtîgeha Gonzola ya lê Mandela dihat girtin û Guantanamo ye. Sedema ku Konseya Ewrûpayê, CPT û saziyên wekî wan bê deng dimînin.
JI PARÊZERÊN RÊBER APO NEWROZ UYSAL:
BI XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ AZADIYA BIRÊZ OCALAN MUMKUN E
Newroz Uysal nêzîkatiyên li hemberî Rêber Apo wekî nêzîkatiya dewleta Tirk a bi pirsgirêka Kurd re nirxand û got bi xurtkirina têkoşînê amadekirina bingeha azadiya birêz Ocalan mumkun e.
Parêzer Newroz Uysal sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê jî wekî berxwedaneke mezin nirxand û got: Birêz Ocalan 22 salin, li Îmraliyê ye. Lê belê dema pozîsyona wî binêrin, paşde neçûye, berovajî xurttir bûye.