Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Parêzerên Rojava daxwaz kirin rewşa Rêber APO zelal bibe

Piştî agahiyên der barê şewata li girava Îmraliyê de ku Rêber APO lê girtî ye, bi dehan parêzer li taxa El-Erbewiyê ya bajarê Qamişlo li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Hevserokê yekitiyê Welîd El-Hûseynî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêber Ocalan gelek kiryarên nedemokratîk hatin meşandin wekî tecrîd, astengkirina hevdtîna parêzeran û malbatê. Tirkiye bi van kiryarên dîktatorî yên li dijî qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan têr nebû, lê belê li girava Îmraliyê xist ku Ocalan lê girtî ye, şewat derxist. Heta niha der barê şewatê de, dewleta Tirk tu daxuyanî nedane û çarenûsa Ocalan nayê zanîn.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Meclisa Edaleta Civakî, em van kiryarên antîdemokratîk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî jî derxistina şewatê li girava Îmraliyê, şermezar dikin.”

Parêzeran di daxuyaniya xwe de xwest ku yekser destûr ji parêzerên Rêber APO re bê dayîn ku hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin da ku rewşa Ocalan a tenduristî û çi li Îmraliyê diqewime, bizanin. Her wiha bang li hemû saziyên hiqûqî, herêmî û navneteweyî kirin ku destwerdana lezgîn bikin da ku çarenûsa Ocalan piştî şewata li Îmraliyê bizanin û wî bibin cihekî ewle da ku parêzer karibin muwekîlê xwe bibînin. Her wiha bang li hemû saziyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Ocalan zelal bike.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv