Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzvanê aştiyê Felix Padel: Nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in 19.10.2020

 

Endamê Înîsyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî Felîx Padel têkoşîna gelê Kurd weke modeleke alternatîf a demokrasiyê binav kir.

Padel di vî warî de işaret bi tezên Rêber Apo jî kir u got: Nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in.

Endamê Însîyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî, sosyolog Felîx Padel têkildarî rewşa Kurd û siyasetên Tirkiyê, ji Ajansa Firatê re axivî.

Felîx Padel ku li dijî tecrîda li Îmraliyê gelek caran bang kir, pêwendiya xwe a ji bo doza gelê Kurd wiha tîne ziman:

Rewşa Kurdan û ya gelên xwecihî li welatên cuda gelekî dişibin hev. Piştî ku pêwendiya min bi HDP’ê re pêşket, min meseleya Kurd ji nêz ve dişopand.

Bi dîtina min gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf a demokrasiyê pêşkêş kiriye.

Çavkaniya vê yekê jî hêz û enerjiya ku ji têkoşîna xwe ya li dijî asîmîlasyona bi hezarê salan e.

Padel nêrînên xwe derbarê tezên Rêber Apo de jî wiha pênase kir:

Min têkildarî Ocalan gelek caran nivîsandiye. Pirtûka wî ya destpêkê ya li ser koka şaristaniyan bi rastî jî bala min kişand. Nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in. Girîngiya ekolojiyê di kesayetiya xwe de bi cih kiriye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv