PARAZVANÊN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ
GELÊ ŞENGALÊ XWEDÎ LI ŞEHÎDÊ XWE DERDIKEVE
Di dema êrişên DAIŞ’ê ên li ser Şengalê de, bi sedan keç û xortên gelê Kurd ji bo parastina nirxên civaka Êzîdî xwe feda kirin.
Ev cangoriyên gelê Kurd yên ji çar perçeyên Kurdistanê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwe ya li çiyayê şengalê li kêleka hev hatine veşartin.
Nûçegihanê me Îbrahîm Êzidî û Merwan Şengalî serdana vê şehîdgehê kirin û raporek amade kirine.