Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamena Brîtanî komîsyona lêkolîna sûcên şer ên dewleta Tirk ava kir 13.11.2020

 

LI KURDISTANÊ SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK
PARLEMENA BRÎTANÎ KOMÎSYONA VEKOLÎNÊ AVA KIR

Ji ber dijminahî û şerê wê yê qirêj ên li hemberî gelê kurd, li Ewrûpayê reaksiyonên li dijî dewleta tirk bilind dibin.

Parlemena Holandayê pêr ambargoya çekan a li dijî Tirkiyeyê nîqaş kir û duh jî Parlemena Danîmarkayê, dewleta tirk ji ber sûcên wê yên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Niha jî wekîlên brîtanî ketin nava hereketê û bi mebesta vekolîna sûcên şer ên Tirkiyeyê komîsyoneke nav-parlemenê ava kirin.

Di vê komîsyonê de Koma Kurdistan, Sûriye û Hemû Partiyan cî digire.

Bi gotineke din, hem wekîlên partiya desthilatdar û hem jî wekîlên Partiya Karker a mixalefetê endamê komîsyonê ne.

Sûcên şer ên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd wê mijara sereke ya wekîlên brîtanî bin.

Piştî amadekirina raporê, wê di meha adarê de di Parlemena Brîtanî de civînek bê lidarxistin.

Parlementer Lloyd Russel Moyle ku di heman demê de cîgirê Koma Kurdistan, Sûriye û Hemû Partiyan e, li ser mijarê wiha axivî:

“Serokomar Erdogan gelek siyasetmedarên kurd ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin ji kar girtin. Vê yekê bi dehan wekîlên birîtanî pir zêde aciz kirin. Ji bo amadekirina lêpirsînekê me jî mijar anî rojeva koma xwe. Armanca lêpirsînê wê ronîkirina heqîqetê û amadekirina pêşniyazên ji bo aştî û aramiya li herêmê be.”

Moyl da zanîn, ew ji hemû kes û derdorên ji ber kiryarên dewleta tirk maxdûr bûne daxwaz dikin, hemû agahî û belgeyên di derbarê maxduriyeta xwe de ji komîsyonê re bişînin.

Endamê heman komîsyonê Alexander Stafford jî got “ew bi riya vê komîsyonê dixwazin dengê gelê kurd bibihîzin” û wiha dirêjahî da axaftina xwe:

Gelê kurd xwedî dîrokeke kevn û girîng e û divê Tirkiye û hemû cîhan hurmetê ji vê re bigirin. Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin gelek giran û jandar in. Ez hêvî dikim, bi vê lêpirsînê em karibin piçek be jî bibin sebeb ku dengê gelê kurd bê bihîstin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv