ENCAMÊN SIYASÎ YA SERKEFTINA LI GARÊ
PARLAMENTERA YNK’Ê RÊZAN ŞÊX DILÊR: DIVÊ GERÎLA Û PÊŞMERGE BIBIN YEK
Serkeftina gerîlayên azadiya Kurdistanê ya di şerê li Gareyê de di nava Kurdan de bû cihê keyfxweşiyê.
Parlementera YNKê ya parlementoya Iraqê serkeftina gerîlayan silav kir û balkişand ser êrişên dewleta tirk a dagirker.
Rêzan Şêx Dilêr dazanîn ku dewleta Tirk divê baş bizane nikare kurdan têk bibe.
Parlementera YNKê diyar kir, ku gerîla û pêşmerge bi canê xwe parastina xaka xwe dikin.
Di dawiya axaftina xwe de parlmenter Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku nakokiyên siyasî bûne sedem ku hêzek yekîtiya Kurdan çênebe û xwest pêşmerge û gerîla bi hevre parastina Kurdistanê bikin.