PARLAMANTERÊ ALMAN ANDREJ HUNKO:
ALMANYAYÊ JI BO ÊRIŞA GARÊ, RÊ DA DEWLETA TIRK
Şerê li Garê, dengvedana berxwedana gerîlayên Kurdistanê di rojeva cîhanê de ye.
Nîqaşên li ser Garê hîn jî germ in û hemû derdor li ser hezîmeta dewleta tirk diaxive.
Lê li aliyê din li gel ku ev êriş li derveyî sînorên dewleta tirk bû, bêyî destekeke navdewletî jî pratîkkirina wê pêkan nebû.
Xumamiya li ser mijara desteka navdewletî parlamanterê Alman Andrej Hunko hinek belav kir.
Hunko Parlamenterê Meclîsa Federal a Alman e.
Hunko der barê şirîkatiya hikûmeta Merkelê di vê êrişê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê re axivî.
Hunko diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê bi rêdana Elmanyayê pêk hatiye û got:
Bi dîtina min, Tirkiyê plana operasyonê pêşkêşî Almanyayê kir û dema ku nerazîbûnek lê nehate kirin, yekser xiste meriyetê.
Hunko bi bîr xist ku beriya êrişê bi heftiyekê wezîrê şerê taybet Hulusî Akar bi wezîra paratinê ya alman Annegret Kramp-Karrenbauer re li Berlînê hin hevdîtinan kir
û di nava ihtîmalan de ye, ev pîlan li wê derê hatibe nîqaşkirin.
Herdu aliyan ragihandin ku ew ji hevdîtina li Berlînê kêfxweş in.
Ev yek nîşan dide ku rejîma Erdogan destûr û erêkirin ji Almanyayê wergirtiye.
Her wiha çend hefte beriya hevdîtina her du wezîran, wezîrên karên derve yên herdu welatan Maas û Çavuşoglu li hev kom bûn.
Piştî vê hevdîtinê jî herdu wezîran wêneyên samîmî kişandin.
Bêguman ev yek nîşan dide ku Tirkiyê di mijarekê de destûr wergirtiye.
Hunko bal kişand ser bêdengiya Almanya û yekitiya ewropayê ya di mesela êrişê de jî:
Bêdengiya wan nîşan dide ku haya wan ji vê êrişê hebû.