Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamenterê YNK’ê Osman Sêderî: Peymana beyi îradeya xelkê Şengalê hatiye îmzakirin wê negihêje armanca xwe 24.11.2020

 

PARLAMENTERÊ YNK’Ê OSMAN SÊDERÎ:
PEYMANA BEYÎ ÎRADEYA XELKÊ ŞENGALÊ HATIYE ÎMZEKIRIN WÊ NEGIHÊJE ARMANCA XWE

Parlamenterê YNK’ê Osman Sêderî der barê şandina hêza Iraqê a ji bo Şengalê ji ajansa me Rojnewsê re axivî.

Li gorî parlamenter Osman Sêderî hêza ji bo Şengalê tê şandin polîsin.

Û bi biryara serokwezîrê Iraqê, bi hêceta parastinê Şengalê bikin tê şandin.

Osman derbarê bicihkirina lihevkirinê de jî got;

“Bê îradeya xelkê Êzidî, wê li herêmê ti lihevkirinek negihi armanca xwe û serkeftî nebe.

Pêwîst bû ku lihevkirin ji bo herêmên madeya 140 giştî bihatibana kirin.

Parlamenter Osman Sêderî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser şengalê pêşketin bi bîr dixe û bêje:

Gelo dibe ku hêza di sala 2014’an de Êzidiyan ji çeteyên DAIŞ’ê parastî, îro ji Şengalê werin derxistin?

Di dawiya axaftina xwe de Parlamenterê YNK’ê dibêje.

Eger Êzidî derveyî lihevhatinê bimîne wê encamekî baş dernekeve holê.

Pêwîste lihevkirinek were kirin ji bo parastina Êzidiyan be.

Eger Êzidî ji desthilatê werin dûrxistin, wê ew lihevkirn têk biçe û wê encamek baş dernekeve holê”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv