Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamenterên Iraqê li dijî planên PDK’ê daxwaza lêkolînê kirin 27.10.2020

 

Komek Parlamenterên Iraqê yên ji fraksyonên cuda jî, li dijî pîlanên PDK’ê yên bi navê “Meclîsa Asayîşa Herêma Kurdistanê”, daxwaza lêkolînê kirin.

Parlamenteran meseleyê weke destdirêjiya li ser hemû saziyên hikûmî pênase kir.

PDK DIXWAZE SAZIYÊN HIKUMÎ WEKE YÊN HIZBÎ BIKAR BÎNE
PARLAMENTERÊN IRAQÊ LI DIJÎ PLANÊN PDK’Ê DAXWAZA LÊKOLÎNÊ KIRIN

Îro di saetên êvarî de komek parlementerên Iraqî yên ji fraksyonên cuda daxwaznameyekê pêşkêşî serokwezîr, serokkomar, dezgeha federal, berdevkê meclîsa niştimanî û nunerên Neteweyên Yekbûyî yên li Iraqê kirin.

Di daxwaznameyê da tê xwestin; têkildarî êrîşên PDK’ê yên li ser çalakvanên siyasî, daxuyaniya ku bi navê Meclîa Asayîşa Herêma Kurdistanê ahtiya bikar anîn xistiye bin berjewendiyên şexsî û hîzbî de heyeteke lêkolînê were avakirin.

Parlamenteran da zanîn ku Meclîsa Asayîşa Herêma Kurdistanê di sala 2011’an de li gorî qanûna hejmar 4’an a Parlementoya Kurdistanê hatiye damezirandin.

Ev meclîs ji 5 kesan pêk tê, yek ji wan berdevke û yek jî serokatiya wê dike.

Parlemeteran diyar kir; ji ber nakokiyên di navbera PDK’ê, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî de zêdetirî salekê ye ev meclîs kar nake.

Parlementeran ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku rê nede saziyên ewlekarî û îstixbaratê ji aliyê hîzbek ve bên bikaranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv