Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlemana Fransayê bersiv da heqaretên Erdogan

 

 

“Emê li hember êriş û provokasyonên Erdogan hîn çiqas bêdeng bimînin?”

Duh wekîlên Fransî di rûniştina parlemenê de ev pirs kir û paşê li dijî provakasyonên serokê Tirk dengdanek hat lidarxistin.

Wekîlên Fransî bi yekdengî gotinên Erdogan ên li dijî Makron şermezar kirin.

Baş e, Erdogan çi gotin kiribû ji bo Macron? Em bibîr bînin. Piştî serjêkirina mamosteyê Fransî Samuel Patî, Macron Îslamê di nava krîzeke olî de pênase kiribû.

Û Erdogan jî li ser vê, ji bo Macron gotibû ew nexweş e, divê bês kontrolkirin.

Duh di parlemena Fransayê de civîneke awarte hat lidarxistin.

Tekane rojeva vê civînê, heqaretên serokê Tirk Erdogan ên li dijî serokê Fransayê Makron bûn.

Di rûniştinê de li ser navê hukumetê û grûbên di parlemenê de axaftin hat kirin û nûnerên Fransî pêdiviya bersiveke li dijî dewleta Tirk îfade kir.

Di axaftinan de banga Erdogan a ji bo boykotkirina berhemên Fransayê bi tundî hat rexnekirin û bang li hukumetê hat kirin ku li hember vê helwestê tedbîrên pêwîst bigire.

Di dengadana piştî gotûbêjê de, wekîlên Fransî bi yekdengî pêşniyaza şermezarkirina serokê Tirk Erdogan qebûl kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv