Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlemannterê HDP Omer Ocalan Rojbûna Rêber APO dinirxîne

 

ROJBÛNA RÊBER APO. POLÎS Û ESKERÊN TIRK GUNDÊ AMARA DORPÊÇ KIRIN

Di 4’ê Nîsanê de dîsa çavê her kesî li gundê Amarayê ye.

Ji ber ku her sal rojbûna Rêber APO li gundê lê ji dayik bûye tê pîrozkirin.

Li aliyê din polîs û eskerên Dewleta Tirk ji niha de gundê Amara dorpêç kirine.

Malbata Rêber APO jî ji ber xeteriya vîrûsa Korona ji gel xwest ku îsal di malên xwe de vê rojê pîroz bikin.

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye.

Her salê deh hezaran kes diçûn gundê Amarayê û rojbûna Rêber Apo pîroz dikirin.

Lê îsal ji ber metirsiya vîrusa corona astengî hene.

Polîs û eskerên Dewleta Tirk ji niha de gundê Amara dorpêç kirin.

Mehmet Ocalan û parlementerê HDP’ê Omer Ocalan dema ku ji Amedê diçûn gundê xwe hatin sekinandin.

Eskerên Tirk astengî derxistin û destûr nedan ku ajokarê wesayîta Omer Ocalan têkeve Amara.

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî astengiyan da.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî got ew nikarin têkevin gundê xwe jî.

Omer Ocalan anî ziman li şûna ku hêzên Dewletê têne vir, bila biçin gel biparêzin û tedbîran li dijî vîrusa corona bigrin.

Parlementerê HDP’ê yê Ruhayê Omer OCalan Rojbûna Rêber APO û rewşa girtiyên siyasî, çember li ser gundê Amarayê hatiye danîn bi riya skype nirxand.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv