Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlemantera Alman Ulla Jelpke: Divê em rakirina qedexiya li ser PKK bixin rojeva raya giştî

 

Hikûmetên Alman ev 27 sal e hemû faaliyetên PKK’ê yên li Almanyayê qedexe kirine.
Ji bo rakirina vê qedexeya neheq ji xeynî gelê kurd rêxistinên çepgir û demokratîk jî têdikoşin.
Parlamantera Dei Lînke Ulla Jelpke diyar kir ku lazim e rakirina qedexeyê ne bi tenê rojeva çepgiran be.
Divê qedexe bikeve rojeva raya giştî hemûyî û ev neyê qebûlkirin.

PARLEMANTERA DEI LINKE ULLA JELPKE: DIVÊ EM RAKIRINA QEDEXEYA LI SER PKK’Ê BIXIN ROJEVA RAYA GIŞTÎ

Li Almanyayê ji 26’ê mijdara 1993’yan ve faaliyetên PKK’ê hatine qedexekirin.

Bi vê qedexeyê re gotin li cî be li dijî kurdan nêçîreke siyasî hatiye destpêkirin.

Di van salên dawîn de îcar kadroyên Tevgera Azadiya Kurd bi xala ‘129b’ ji aliyê daraza alman ve tên darizandin.

Ev xal wê erkê dide darazê ku bikare ji ber endamtiya rêxistinên li derveyî Almanyayê jî kesan mehkeme bike.

Der barê qedexeya li ser PKK’ê, di nava raya giştî a alman de dîtina vê qedexeyê ji rojnama Yenî Ozgur Polîtîka Dîlan Karacadag bi parlamantera Deî Lînke Ulla Jelpke re axiviye.

Ulla Jelpke diyar kir ku Partiya Çepgir, dema qedexe hat îlankirin û niha jî her tim ev biryar rexne kiriye û dewa rakirina qedexeyê kiriye.

Ulla Jelpke destnîşan kir ku ew di meclisa federal de jî bi rêk û pêk bi pirsnameyan û xebatên dîtir bandora vê qedexeyê di rojevê de dihêlin û got:

Em di wê baweriyê de ne ku ev qedexeyeke li gorî konjunktura siyasî û berjewendiyên aborî hatiye danîn.

Heke ev qedexe were rakirin wê li Almanyayê di warê siyaseta ku jêderka Rojhilata Navîn e jî guherînin bingehîn çêbibin.

Ji ber ku wê demê divê Almanya bi dewleta tirk re jî bi awayekî pev biçe û di milê mafên mirovan de hîn demokratîktir bibe.

Ulla Jelpke bal kişand ser girtin û cezakirina siyasetmedarên kurd ên li Almanyayê jî

Ew siyasetmedar bi salan li Tirkiyê ji ber fikr û têkoşîna xwe di hepsan de mabûn niha li Almanyayê jî bi xala 129b’yê tên darizandin û hepskirin.

Ev neheqiyeke mezin e. Ji ber ev neheqî bidawî bibin û qedexeya li ser PKK’ê rabe lazim e em vê ¤W0 16 ]] C2.5 G 0 [[

mijarê bixin rojeva raya giştî hemûyî.

Di dema PKK di sala 2014’an de li hemberî DAIŞ’ê şer dikir şirîkê îqtîdarê CDU jî li ser vê qedexeyê fikirî.

Ji ber wê lazim e ne bi tenê çepgir demokrat, lîberal, muhafazakarên li Almanyayê jî vê rastiyê bibibin û ji bo bidawîanîna qedexê têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv