Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Parlementera HDP Fatma Kurtulan rewşa tecrîda li Imraliyê kir rojeva Meclisa Tirkiyê

 

Ji 27’ê Nîsana 2020’an û vir ve agahî ji Rêber Apo tineye.

HDP’ê ev mijar bir rojeva Meclisa Tirkiyê.

Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ji bo karibin biçin girava Îmraliyê serlêdan kirin.

Parlementera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtulan tecrîdkirina Rêber Apo bir rojeva Meclisa Tirkiyê.

Fatma Kurtulan ji bo vê mijarê jî pêşniyarpirsek da wezîrê dadê Abdulhamît Gul.

Kurtulan bi bîr xist ku ji 27’ê Nîsana 2020’an û vir ve agahî ji Rêber Apo tineye.

Parlementera HDP’ê bal kişand ser metirsiya vîrusa korona ya li zindanan û ji wezîrê Dadê ev pirs kirin;

– Malbat û Parêzerên Rêber Apo çima nikarin biçin girava Îmraliyê û sedema vê qedexeye çi ye.

– Li ser tendurustiya Rêber Apo agahiya malbat û parêzeran heye gelo.

– Li girtîgeha Îmraliyê li dijî vîrusa korona çi tedbîr hatine girtin.

Li aliyê din malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ji bo karibin biçin girava Îmraliyê serlêdan kirin.

Malbat herî dawî di 12’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn girava Îmraliyê.

Ji wê demê û vir ve destûra hevdîtinan nayê dayîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv