Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Parlementera HDP Remziye Tosun siyaseta tecawizkariya Dewleta Tirk li ser jinan dinirxîne

 

Piştî bûyera li Şirnexê, nûçeyeke din a destdirêjiyê jî, ji Batmanê hat.

Çawîşê pispor ê dewleta Tirk Musa Orhan ciwan 18 salî Î.E, ji gundê Hemdûna yê navçeya Qubînê ya Batmanê revand û tecawizê wê kir.

Ciwana ku rastî tecawîzê hat xwest xwe bikuje û niha bi awayekî giran birîndar e.

Parlementera HDP’ê Remziye derbarê mijarê de, tevlî Nûçe Jin bû û nirxandinên girîng kirin.

Remziye Tosun destnişan kir ku Dewleta Tirk bi hişmendiya xwe ya tecawizkar tevayî jinan û civakê dike armanca êrîşan û diyarkir ku ne tenê HDP divê tevayî civaka Kurd li dijî van êrîşan serê xwe bilind kir.

Di dewama axaftina xwe de parlementera HDP’ê Remziye Tosun got ku ti caran jina Kurd serê xwe li hember êrîşan serê xwe natewînin.

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv