Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo, di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya grevê wê sibê ji aliyê Koma duyemîn ve were dewrgirtin.
Zext û zordariya li zindanan jî dewam dike.
BERXWEDANA LI ZINDANAN A LI DIJÎ TECRÎDKIRINA RÊBER APO
PEYAMA GIRTIYÊN SIYASÎ: BIBIN DENGÊ ÇALAKIYA ME
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, 27’ê Mijarê di çerçoveya Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bidorveger kirin.
Çalakiya girtiyan 5 roj li pey xwe hişt.
Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê di girêva birçîbûnê de ne, bi rêya malbatên xwe peyam dan.
Ji çalakgeran Jiyan Taş, Ozlem Seyhan, Songul Aşila û Medya Songul di peyama xwe de ev bang kirin;
“Divê bi Abdullah Ocalan re rûnên û pirsgirêk çareser bikin. Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê çalakiya me.”
Koma duyemîn wê çalakiyê dewr bigire.
JI BER ZORA LI SER GIRTIYÊN NEXWEŞ, GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN
Di vê navberê de girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû têne hiştin.
Yek ji wan jî aktivîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn e ku li girtîgeha Amed’ê tê ragirtin.
Sevîl Rojbîn Çetîn, nexweşa pençeşêra malzarokê ye û piştî hatiye girtin tedawiya wê nivco maye.
Malbatê xwest pirsgirêkên Rojbîn Çetîn werin çareserkirin û banga hêstiyariyê li raya giştî kir.
Girtiyê bi navê Abdullah Turan jî li zindana Metrîs a Stenbolê tê ragirtin û ji stuyê wî berjêr şel bûye.
Parêzerê Abdullah Tûran, ji bo cezayê înfazê werê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da.
Lê serdozgeriyê daxwaz red kir.
PARLEMENTERÊ HDP’Ê ŞEVÎN ÇOŞKUN PIRSNAME ADE MECLÎSÊ: LI GEL RAPORA SAZIYA TIBA EDLÎ, GELO ÇIMA GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN BERDAN?
Li aliyê din Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, rewşa girtiyên nexweş bir rojeva meclîsa Tirkiyê.
Parlementera HDP’ê ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin:
*Ligel rapora saziya tiba edlî jî gelo girtiyên nexweş çima nayin berdan?
*Çend girtî û hikumxar di vê rewşê de hene?
*Gelo agahiya we ji rewşa girtiyên nexweş Bedrî Çakmak, Abdullah Tûran û Ramazan Dûrmaz heye an na?”