PARTIYA ÇEP A SWÊDÊ:
DIVÊ SWÊD JI BER DOZA PALME JI GELÊ KURD LÊBORÎNÊ BIXWAZE
Dewleta Swêdê hê jî, ji ber bûyera kuştina Olof Palme ji gelê Kurd lêborîn nexwestiye.
Partiya Çep a Swêdê mijar bir rojeva meclîsê û ji hukumetê xwest ku ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Dadgeriya Swêdê piştî bi dehan salan kujerê Olof Palme eşkere kir û derket holê ku têkiliya Kurdan pê nîne.
Ji wê rojê an go 10’ê hezîrana 2020″an û vir ve gelê Kurd ji Swêdê dixwaze ji ber mexdûriya bi dehan salan, lêborînê bixwaze.
Tevî ku di wê rojê re 5 meh derbas bû jî, hê Swêdê ji gelê Kurd lêborîn nexwestiye.
Berdevkê siyaseta derve ya partiya çep a Swêdê Hakan Svennelîng, daxwaza lêborînêya gelê Kurd bir rojeva meclîsê.
Svenneîng bi bîr xist ku ji ber kuştina Olof Palme demeke dirêj PKK hatiye sûcdarkirin û got:
Derket holê ku tiliya PKK’ê bûyerê de nîne. Lewma jî divê Wezîrê Edeletê Mîkael Damberg ji ber sûcdarkirina neheq a doza Olof Palme, ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.