Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Partiya desthilatê ya Skoçyayê: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûl kirin 23.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
PARTIYA DESTHILATÊ YA SKOÇYAYÊ: TECRÎDA LI SER OCALAN NAYÊ QEBÛLKIRIN

Hêzên komploger bi rê û rêbazên cuda dixwazin komploya li dijî Rêber Apo bidomînin.

Rejîma faşîst jî rêya tecrîdê despotî û îqtîdara xwe dewam dike.

Lê li aliyê din li dijî vê rewşa kaotîk li cîhanê daxwaza azadiya Rêber Apo di rojeva siyasetê de ye.

Derdorên ku azadiya Rêber Apo dixwazin, diyar dikin ku encax bi azadiya wî çareserî pêş bikeve.

Herî dawîn Partiya Netewî ya Skoçyayê SNP ku li Skoçyayê partiya li desthilatê ye, xwest tecrîd bi dawî bibe.

SNP’ê xwest li Tirkiyê doza Kurdan bi aştiyane were çareserkirin û îşaret bi wê yekê kir ku ew weke partî mafê kurdan diparêzin.

SNP’ê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê bi bîr xist ku Tirkiye endameke NATO’yê ye û têkiliyên wê yên bi Brîtanyayê baş e lê ev nayê wateya ku pirsgirêkên der barê mafên mirovan û ewlekariyê neyê dîtin.

SNP’ê ji Wezareta Karê Derve ya Brîtanya xwestin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe bila bang bike û wiha hate gotin:

Ocalan ji 20 salan zêdetir e di bin tecrîdê de ye, ev li dijî peymanên navnetewî yên ku Tirkiyê jî ew îmze kiriye û ev tecrîd cezayekî derveyî mirovahiyê ye.

Divê Wezareta Karê Derve ya Brîtanya diyar bike ku Ocalan nûnerekî Kurdan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv