Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Partiya Eldestûrî ya Azad: Emê nekevin koalîsyona ku El-Nehda tê de be

 

KIRÎZA HIKÛMETÊ LI TUNISÊ

Li Tunisê kirîza avakirina hikûmetê dewam dike.

Bi destpêkirina danûstandinên derbarê avakirina hikûmeta nû re, hin partiyan helwestên tûnd li hember Îxwanî Muslîmin nîşan dan.

Partiyan daxwaz kir ku Tevgera El-Nehde ji hikûmetê bê dûrxistin.

Û diyar kirin ku ew bi nûnerên Îxwanî Muslîmin re rûnanên.

Li Tunisê tevî erkdarkirina serokwezîrekî nû jî, aloziya siyasî bi dawî nebû.

Bi destpêkirina danûstandinên derbarê avakirina hikûmeta nû re, Partiya El-Destûrî ya Azad, helwesta xwe ya beriya niha eşkere kiribû dûbare kir.

Seroka partiyê, Ebîr Mûsî, diyar kir eger Tevgera El-Nehde cihê xwe di hikûmeta nû de bigire, ew ê tevlî vê hikûmetê nebin.

Ebîr Mûsî ji bo danûstandinên derbara avakirina hikûmetê de ji aliyê serokwezîr, Hîşam El-Mişîşî ve, hat dawetkirin, lê belê wê, bêyî El-Nehde binav bike, got, em bi nûnerên Îxwan Musilmînan re rûnanin.

Seroka Partiya El-Destûrî ya Azad daxwaz ji serokwezîr kir ku biryareke rast bistîne da rê li pêşiya siyasta ku welat ber bi talûkeyê ve dibe were girtin.

Her wiha sekreterê giştî yê Tevgera Gel û parlementerê Eniya Demokrat, Zihêr El-Migzawî jî, di vê derbarê de hevdîtinek bi serokwezîr re pêk anî.

El-Migzawî ji serokwezîr re teqez kir ku ji bo berjewendiya welat divê Tevgera El-Nehde cih di hikûmeta nû de negire.

El-Megzawî herwiha diyar kir ku wî ji serokwezîr re gotiyê, eger El-Nehde di hikûmetê de cih bigire wê aloziya li Tunisê kûrtir bibe.

Hêjaya bibîrxistinê ye, li Tunisê eniya li dijî Tevgera El-Nehde ya Îxwan Musilmîna, her ku diçe mezintir dibe.

Ji dema ku di sala 2011’an de El Nehde hatiye ser kar û vir ve, wekî din aloziyên siyasî û aborî jî li vî welatî her zêde dibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv