Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Partiyên Kurd: Hêza xwe zû vekişînin

Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek di daxuyaniya Îttîfaqa Partiyên Kurdistanî, de diyar kir ku li Tirkiyê faşîst û nijadperestan di her derfetê de erîşî Kurdan dikin û wiha got: “Ev êrîş nijadperestên Tirk û aloziya nava Tirkiyeyê zêdetir dike. Divê Artêşa Tirk hêza xwe zû vekişîne. Divê hêzên demokrat dengê xwe li dijî vê êrîşê bilintir bikin.”

 

Partiyên Kurdistanî, li dijî Operasyona TSK’ê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlementerê HDP’ê, endam û rêveberên HDP, DBP, KKP, PSK, Tevgera Azadî, Partiya Azadî, PDK, PDK-T, PÎA amade bûn. Bi tirkî Cîgirê Hevserokê DBP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç, bi tirkî jî Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek daxuyani da.

 

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesût Tek diyar kir ku divê êrîşa Tirkiyê bê rawestandin û wiha got: “Divê êrîşa Tirkiyê bê rawestandin û arteşa tirk herçî zutir ji Kurdistana Rojavayêbaşur derkeve.

Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), guhê xwe neda nigeranî û hişyariya micid a bîruraye navnetewî û prensîbên Koma Mîletan a Serweriya Welatan binpê kir û êrîşî Kurdistana Rojava kir.”

 

 

Tek, da zanîn ku mafê jiyanê mafê serekî ya mirovî ye û şer binpêkirina mafan e. Tek, anî ziman ku şer ji bo gelên sîvîl ziyan e û wiha axivî: “Êrîşa hanê, ku ji niha ve bûye sedema kuştina dehan sîvîl û kavil bûne mal û avahiyan, wekî ku karbidestên hikumeta Tirkiyê dibêje xizmeta cîgir bûna aramî û aşitiyê nake, barovajiya vê yêkê aloziyê kurtir dike.”

 

Tek, destnîşan kir ku karbidestên hikumeta AKP’ê rast nabêjin û wiha lê zêde kir: “Heya niha ji Kurdistana Suriyê tu êrîş li dijî Tirkiyê nehatiye kirin. Hêzên siyasî yên Kurdistana Rojavayê başur her tim deste aşitiyê dirêjî Tirkiyê kirine. Lê Tirkiyê deste wan negirt.  Vê yekê û neyartiya dewleta Tirk ji bo xebata gele me di beşên din ê Kurdistanê de, sedema bingehîn a êrîşên dawî ne.

Êrîşa bi tank û top û firokan pratizekirina siyaseta ‘bila Kurd dayka xwe nebine’ ye. Li Tirkiyê faşîst û nijadperestan di her derfetê de erîşî Kurdan dikin. Ev êrîş dibe zêdebûna êrîşên faşîst û nijadperestên Tirk, û li Tirkiyê alozî û girjiyê nav civakê kurtir dike. Her muşek û guleyê topa ku davêjin Rojhilata Firatê, dibe sedema piçuktirina paruyên gel, ku ligel gelek pirsgirêkên aborî rû bi rûne û di bin zêdetir kirina bahayên kel û pelan da dinalin.”

 

 

DIVÊ ARTÊŞA TIRK ZÛ PAŞVE VEKIŞE

 

 

Tek, herî dawî ji hikûmetê xwest arêtêşê vekişîne û wuiha got: “Divê êrîş bêne rawestandin. Arteşa Tirk herçi zûtir ji Kurdistana Başurêrojava derkeve. Em bangê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka, komelgehên Rojava û bîr û cemaweriya cihanê dikin fişara xwe li ser Tirkiyê zêdetir bikin, da ku êrîşa xwe rawestine. Divê hêzên demokrat, aşitî û azadixwazên Tirkiyê û saziyên sîvîl, dengê xwe li hembere êrîşê hanê bilind bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv