Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Patrick Cockburn: Divê desteka Trump a ji bo qirkirina Kurdan neyê jibîrkirin 30.11.2020

 

PATRICK COCKBURN-INDEPENDENT
DIVÊ DESTEKA TRUMP A JI BO QIRKIRINA KURDAN NEYÊ JIBÎRKIRIN

Dema artêşa Tirk bajarê Kurdan Efrîn dagir kir û cîhadîstên Ereb li wir bicih kirin, Turmp tiştek nekir.
Mixabin dadgehkirina Trump dûrî îhtîmalê ye. Lê belê eger bû jî lazime hevkariya wî ya di qirkirina Kurdên li Sûrî de, di rêza pêşî ya îdîanameyê were bicihkirin. Ji ber ev hevkariya wî biserê xwe karekî xerab e. Ji ber ku şervanên Kurd pêşengiya şerê li dijî DAIŞ’ê kirin û Turmp jî îxanet li wan kr. Di rojê ku şervan xwe nêzî keleha dawî ya DAIŞ’ê kirin, êrişa dagirkeriyê ya Tirk li dijî Efrînê destpêkir.

Ev îxaneta Turmp wê demê li nava civaka navneteweyî rê li ber nerazîbûnan vekir. Ji nerazîbûnan wê detir, ez îdîa dikim ku îxaneta Turm bû sedem ku mirov werin kuştin, revandin, wendakirin û bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe bibin.

Salên 2018 û 2019’an ji ber du êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Kurdên li Bakurê Sûrî bi qirkirina etnîkî re rû bi rû man. Têkildarî van êrişan min gelek tişt nivîsandin. Lê ji van hewldanan ti encam nehat bidestxistin. Di rewşa heyî de rojnamevanên serbixwe nikarin biçin serdana Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên di bin dagirkeriya Tirk de ne. Tevî vê yekê jî hefteya bihûrî min karîbû bi rêya înternetê li gel Efrîneyeke ku bi xwe mexdûrs êrişan e. pêwendiyê saz bikim.

Navê wê Rohilat Hawar; beriya êrişa Tirkiyê, li Efrînê mamosteya matematîkê bû. Jina 34 salî xwedî 3 zarokan e.

Sibata 2018’an dema êrişên Tirkiyê dijwar bûn, ji ber astengiyên hêzên Sûrî nekarî xwe xelas bike. Ji ber wê neçar dimîne ku vegere Efrînê. Dema vegerê jî dibîne ku mala wê hatiye talankirin. Li gorî agahiyên Rojhilat, cîhadîstên girêdayî Tirkiyê zilmeke mezin li Kurdan dikin.

Li malên Kurdan, cîhadîstên Ereb hatine bicihkirin. Êdî li kolanan mirov nema karin bi Kurdî biaxivin. Ev cîhadîst “bi fermana xwedê Kurdan dikujin”.

Mîna gelek jinên Kurd, Rohilat jî di heyata xwe de serê xwe ne nixumandiye. Lê vê gavê ji ber zilm û zordariyê cîhadîstan neçar maye ku xwe binixumîne.

Di rewşa heyî de Kurdên li nava Efrînê mane, bê parastin in. Di her kêliyê de dibin hedefa êrişan. Cîhadîstên Tirk destdirêjiyê li jinan dikin.

Rojhilat di vî warî de behsa bûyera beriya hefteyekê dike û wiha dibêje;

2 jinên Kurd ên ciwan li nava bazara Efrînê dimeşiyan. 2 cîhadîst jî li ser motorsîkeltê nêzî wan bûn û destdirêjî li wan kirin. Ji ber ku girseya gel li derdorê kom bûn, cîhadîst neçar man ji wir dûr bikevin.

Rojhilat behsa bûyereke din jî dike,

Cîhadîstek zext li karkerkî Kurd ê restorantê kir da ku bajêr terk bike. Dema ku Kurd got, ti devereke biçê tine ye, cîhadî dest bi lêdana wî kir û wiha jê re got,

“Hun Kurd putperest û kafir in.”

Mijareke din ew e ku cîhadîstên li Efrînê hatine bicihkirin, darên zeytûn û fêkiyan dibirin û ji bo şewatê bikar tînin.

Dewleta Tirk bi anîna van cîhadîstên Ereb, li bajarên Kurdan eşkere qirkirina etnîkî dike. Ji ber ku Tirkiyê maaş nade wan kesan, ew jî mal û milkê Kurdan talan dikin.

Jiyan ji bo Rojhilat pir zor. Kurdên din jî xwedî heman rewşê ne. Ew ji cihê xwe bûn li kampan dimînin. Ti niyeta dewleta Tirk tine ye ku vê tevgera li dijî 3 mîlyon Kurdên Sûrî bidawî bike. Berovajî Erdogan dixwaze li deverên mayî jî heman tiştî bike.

Divê ev rewşa xerab a ku Trump û ekîba wî rê li ber vekirin, ti carî neyê efûkirin û jibîrkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv