Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK 33 rojnamevan û çalakvan hata niha binçavkirine

 

Dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê çi dike, PDK jî heman polîtîkayê dişopîne mixabin.

Piştî xwepêşandanên gel, hêzên PDK’ê pêla girtina rojnamevan û çalakvana da destpêkirin.

Bi taybet jî li parêzgeha Duhokê rojên dawî 33 çalakvanên civaka sivîl û rojnamevan ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin û girtin.

33 ROJNAMEVAN Û ÇALAKVAN JI ALIYÊ PDK’Ê VE HATINE BINÇAVKIRIN

Xelkê başurê Kurdistanê ev demeke li dijî desthilatdariyê, ji ber bêkarî û nebûna xizmetguzariyê çalakiyan lidar dixin.

Hêzên PDK’ê ji bo bêdengkirina dengê azad, bi ser malan de digire, aktivîstên civaka sivîl û nûçegihanan dike hedef.

Di van rojên dawî de hêzên PDK’ê bi dehan rojnameger û çalakvanên li herêma Duhok, Şêladiz, Amediye, Akre û Zaxoyê binçavkirin.

Li Bajarê Duhokê di nava 2 mehên dawî de 33 çalakvanên civaka sivîl û rojnameger bê ku werin dadgeh kirin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin.

Piştî xwepêşandanên Gel ên li Zaxo, hêzên PDK’ê 16 şoforên barhilgiran kirin binçavan.

Li Duhokê komek ji çalakvan, mamosta û karmendan, li dijî binçavkirina mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku eger di nava 48 saetan de kesên hatine girtin neyên berdan wê dest bi çalakiyan bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv