Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK ambargo daniye ser herêma Nehlê 24.11.2020

 

PDK AMBARGO DANIYE SER HERÊMA NEHLÊ
HÊZÊN GIRÊDAYÎ MENSUR BERZANÎ LI HERÊMÊ GEFA LI GEL DIXWE

Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve li gorî daxwaza dewleta Tirk li ser gelê Nehlê û Zêbarî zext û zordariyê didomîne.

Hêzên taybet ên çekdar ên bi ser PDK’ê ve, tundî û zextên xwe yên li ser xelkê herêma Nehlê didomînin.

Bi binçavkirin û girtinan çavên xelkê ditirsînin û her roj çend kes li vê herêmê têne revandin.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî hêzên çekdar ên PDK’ê bi hinceta “alîkariya PKK’ê dikin,” gefan li gelê herêma Nehlê dixwin û dibêjin, “alîkariya PKK’ê nekin, ger hûn alîkariya PKK’ê bikin em ê we careke din we binçav bikin.”

Heman çavkanî destnîşan dikin ku hêzên girêdayî PDK’ê li herêma Şîmal Axa li ser navê Mensur Berzanî di 25’ê Îlonê de bi muxtarên herêma Nehlê re civînek li dar xisti ye.

Di civînê de kesên ku dildarê Tevgera Azadiyê ne hatine hişyarkirin.

Piştî gef û hişyariyên PDK’ê rûspî û mezinên malbat û eşîrên welatparêz hatine binçavkirin û gef li wana hatiye xwarin.

Bi van pêkanînan tê armanckirin ku gelê herêma Nehlê li dijberî gerîla û tevgera azadiyê derkeve.

PDK ji bo di vê mijarê de bigihêja armanca xwe û çavê gel bitirsîne ambargoyek giran daniye ser herêma Nehlê.

Nuqteyên asayîşê yên li ser riya Dudî û Baqirmanê hemû wesayîtên ku diçin herêma Nehlê kontrol dikin.

Nemaze dema gelê Aşurî tiştên jiyanî ji xwe tînin gefa li wan duxun û dibêjin;

“hûn cardin bînin, em ê dest daynin ser wesayîtên we.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv