“PDK BÊ RÊZÎ LI ME Û ŞEHÎDAN DIKE”
PDK CIL Û BERGÊN KEVIN LI MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN PÊŞMERGEYAN BELAV KIR
Ev axaftinên rojane yên berpirsên PDK’ê ne ku rojane ji bo Xelkê herêma kurdistanê dibêjin.
Ev jî nerazîbunên beşek ji malbatên şehîdên pêşmergeyên ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne.
Malbat dibêjin, PDK bêrêzî li me û şehîdên me dike.
PDK, li nexweşxaneya pêşmergeyan a Hewlêrê, ji malbatên şehîdên xwest ku werin mûçeyên xwe werbigirin.
Lê dema malbatên şehîdan diçin, di bin navê alîkariyê de cil û bergên kivin li wan tê dabeşkirin.
Li dijî vê bêrêziyê malbatên şehîdan nerazîbûn nişan dan.
Cil û bergên ku li wan hatibû belavkirin, li ber li nexweşxaneyê komî ser hev kirin û agir berdanê.
Piştî ku agir berdan cil û bergan, malbatên şehîdan bi tûndê ev nêzîkatiya PDK’ê şermezarkirin û gotin;
Dahateke zêde a herêma kurdsitanê ji Neftê heye. Lê tevî vê yekê jî çend mehan carekê mûçe dide me. PDK vê dahatê tenê ji bo berjewediyên binemaliya xwe û bikar tîne.
Hat ragihandin ku PDK ne tenê li Hewlêrê, li navçeya Rewandiz, Soran û gelek herêmên din bi heman awayî cil û bergên kevin li malbatên şehidan belav kiriye.
Weke tê zanîn ev zêdetirî mehekê ye jî PDK bi pilanên dewleta Tirk, hêzên xwe yên çekdar vediguhêze herêmên parastinê yên medyayêe.
Bi vî awayî jî PDK helwesta xwe ya deranîna şerê navxweyî sor dike.
Lê hêzên pêşmerge û xelkê herêma başurê Kurdistanê, naxwaze bibe ûparçeyek ji vê plana dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê.