Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişandibû ser rola PDK’ê ya li gel dagirkeriya Tirk

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK`Ê BAL KIŞAND SER ROLA PDK`Ê YA LI GEL DAGIRKERIYA TIRK

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di rojên borî de bi daxuyaniyekê bal kişandibû ser rola PDK’ê ya li gel dagirkeriya Tirk.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, “PDK bi gotin û polîtîkayên xwe ket ber bayê komploya dewleta Tirk”

Weke nîşaneya herî berbiçav jî êrişa 11’ê Tebaxê ya li dijî fermandarên Iraqê û gerîlayên azadiya Kurdistanê hatibû destnîşankirin.

Wê rojê çi qewimî?

Wekî din hêzên PDK’ê li Heftenînê û Xakurkê li pêşiya hêzên dagirkeriya Tirk bi çi kar û xebatê radibin?

PDK’Ê ÇIMA BERÊ XWE DAYE QADÊN GERÎLA?

HÊZÊN PDK’Ê LI PÊŞIYA ESKERÊN TIRK ÇI KAR Û XEBATÊ DIKIN?

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 23’yê Tebaxê daxuyaniyek dabû û bal kişandibû ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya TIrk re.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin:

“Di vê demê de ku dewleta Tirk li dijî gelê me şerê qirkirinê dike û êrişî qadên gerîla dike, PDK jî bi ser me de tê. Li ser gerîla “teslîmiyetê” ferz dike. Me xwest bi helwesteke nerm û hevdîtinan vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê helwesta PDK’ê li hemberî tevahî hewldanên me neyênî bû.”

KCKê destnîşan kir, ev encama wê yekê ku PDK bi gotin û polîtîkayên xwe ketiye ber bayê komploya dewleta Tirk.

Weke nîşaneya herî berbiçav jî êrişa 11’ê Tebaxê ya li dijî fermandarên Iraqê û gerîlayên azadiya Kurdistanê hatibû destnîşankirin.

Herî dawî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Ulkeden a Medya Haberê de bal kişand ser vê yekê û ev agahî dan:

“Beriya êrişa 11’ê Tebaxê PDK jî di hevdîtinan de amade bû. Lê tevî ku ti tiştek nebû jî ji hevdîtinan vekişiya û êriş pêk hat. Dibêjin “emê bi zorê pêşmergeyan li hin deveran bi cih bikin û gerîla bi sînor bikin.”

Niha emê berê xwe bidin dîmenekî, ku li ser medya dijîtal hatiye belavkirin ka çawa daxuyaniya KCK’ê û agahiyên rayedarên tevgera azadiyê dane piştrast dike.

Lê beriya wê em dixwazin destnîşan bikin, ku me cihê dîmen lê hatî qeydkirin û kesên di dîmen de bi çavkaniyên xwe yên li herêmê dane piştrast kirin.

Dîmenê li ser ekranên we, li biniya Heftenînê, qada Tanînê hatiye qeydkirin.

Di dîmen de komek xuya dike, ku xwe weke “hêza mirinê” bi nav dike.

Ev hêzên PDK’ê yên rakirina mayînan e.

Kesek ji wan mayîna li nava çeperekî hatî bicihkirin radike û yê din dibêje “ev a terorîstên PKK’ê ye.”

Ji vî dîmenî jî bi awayekî zelal piştrast dibe, ku hêzên PDK’ê pêşiya eskerên Tirk mayînan paqij dikin.

Ev koma ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê “weke terorîst” bi nav dike, bi kar û xebata paqijkirina rêya dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dagirkeriya Tirk ve radibe.

Piştî ev dîmen hat weşandin niha cihê meraqê ye, wê YNK û hêzên din yên li Başûrê Kurdistanê xwedî çi helwestê bin?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv