Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK dixwaze Şengalê pêşkêşî qirkeran bike 12.10.2020

 

JI QIRRKIRINÊ HETA PEYMANA BÊYOM; ŞENGAL
FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ Û BERXWEDANA GERÎLA

3’ê Tebax 2014’an dema li Şengalê ferman rabû, bi sed hezaran Êzdî bi qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin.

Wê rojê hem Kurdistan û hem jî mirovahî bû şahidê şermeke mezin.

Ji bo rê li ber fermanê bigirin meş û beza gerîlayên Kurdistanê, bi carekê xwe da der.

Yek ji pêşengên wan gerîlla û şervanan Egîd Civyan bû.

Ew li Şengalê bi roleke dîrokî rabû.

Êzidî ji nava lepên hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin.

Bi pêşengiya Egîd, gerîlla xwe berdan nava Şengalê û tola şehîdên fermanê hilanîn.

HISABÊN PDK’Ê YÊN LI SER ŞENGALÊ
PDK DIXWAZE ŞENGALÊ PÊŞKÊŞÎ QIRRKERAN BIKE

Li aliyekî ev berxwedan, li aliyê din rol û rista bêyom a PDK’ê.

Ji ber rola xwe di qirkirina Êzdiyên Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de diviyabû PDK pir kêm biaxiviya, Heta qet neaxiviya. Lê her roj der barê Şengalê de derewekê diavêje naverastê. Hewl dide rastiyan cûda û berevajî nîşan bide.

Rayedarên PDK bi dewamî dibêjin li Şengalê hêzên li derveyî destûrê hene. Bi vî awayî Şengalê dixe armanca dewleta Tirk.

PDK destpêkê xwest YBŞʼê bi destê Tirkiyê bê bandor bike, dîsa wekî beriya 2014’an li Şengalê hegemonya xwe saz bike.

PDK 2014’an Êzdî ji qirkirina DAIŞ’ê re hiştin. Der barê Êzdiyan û Şengalê de ket rewşekê ku herî dawî ew tê de biaxive.

Bêguman mafê Iraqê jî tineye ku bêje ez ê wekî berê li ser Şengalê desthilat bim. Berpirsyariya van du hêzan tenê û bi tenê ew e, xweseriya ku rêveberiya Şengalê û hêzên wê yên parastinê nas dike, destek bikin.

Lê li şûna naskirina xweseriya Şengalê dixwazin Şengalê ji hev de bixin. Pêşî li vegerê bigrin, heta pêşî li fermanên nû vekin.

Sînyala vî hisabê qirêj bi êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengalê hate dayîn.

HEVDÎTINA WASHINGTONÊ
DI SERDANA KAZIMÎ DE DAXUYANIYA BI XETER A JOE HOOD

Piştre Serokwezîrê Iraqê Kazimî tevî heyeta pê re di dawiya meha tebaxê de li Washîngtonê hevdîtin kirin.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî bi riya telekonferansê têkildarî mijarê brîfîngeke taybet pêk anî.

Di vê brîfîngê de têkildarî êrişên hewayî yên Dewleta Tirk li ser Şengalê pirsek ji Karên Rojhilata Navîn a Nêz Berpirsyar Joey Hood hate kirin.

Bersiva ku Hood da balkêş bû.

Hood qet qala êrişên hewayî nekir û got, divê Şengal ‘PKK jî di nav de ji milîsên çekdar bê paqijkirin’ û li şûna wê ‘îdareyeke sivîl’ bê avakirin.

Ji bo vê jî xwest Hewlêr, Bexda û Enqere ‘di bin şêwirmendiya Amerîkayê de bi hevre bixebitin.

Li ser vê bang û trafîka dîplomasiya qirêjî di salvegera 22’yan a Komploya Navnetewî de Hikûmeta Bexdayê bi PDK’ê re peymaneke bêyom îmze kir.

KOMÎTEYA PÊWENDIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
PEYMANA KU ÎRADEYA GELÊ ŞENGALÊ NAS NEKE, XETER E

Xelkê Şengalê bi çalakiyên xwe bertek nîşanî vê yekê da tevî sazî û dezgehên xwe eşkere kir ku wê peymana ku îradeya wan nas nake, qebûl nekin.

Komîteya Pêwendiyên Karê Derve ya KCK’ê daxuyanî da û peymanê weke “tevgereke xeter” pênase kir.

Komîtê got: Yên bûn sedem ku jinên Êzdî li bazarên koleyan bên firotin, nabe ku têkildarî civaka Êzdî û Şengalê biryarê bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv