HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK
PDK HEWIL DIDE BI PEYMANÊN NÛ KEHREBEYÊ JÎ JI TIRKIYÊ BIKIRE
Hukûmeta herêmê ya ku bi piraniya PDK’ê ve pêk tê, di van çend salên derbasbûyî de di gelek mijaran de herêma Kurditanê bi derve daye girêdan.
Niha PDK û Tirkiye xwe ji bo peymanek nû amade dikin.
Ev paymana ku di warê kehrebê de wê bê îmzekirin ji niha ve ji hêla gelek aliyan ve tê rexnekirin.
Li gor peymanê wê hukûmeta herêmê di nava sê salan de wê 200 hezar MW kehrebe ji Tirkiyê bikere.
Li ser peymanê Perlamenterê freksiyona YNKê Karwan Gezneyî li ser malpera xwe agahî dan û da diyar kirin ku li gor peymanê ji bo yek seat keherebê wê dewleta tirk ji hukûmeta herêmê 14 hezar dolar bigre.
Karwan Gezneyî di heman nivîsandina xwe de dide diyarkirin ku li gor peymanê hukûmeta herêmê beramberî kehreba keriye wê di nava sê salan de 365 mîlyon dolar bide tirkiyê.
Gezneyî balê dikşîne ser metirsiya peymanê û dibêje:
Eger peymanek bi vî rengî çêbibe wê him ji bo hukûmeta heêmê him jî ji bo gel ne başbe.
Bi vî rengî pirsgirêka kehrebeyê nayê çareser kirin.
Di berdewama nivîsandina xwe de Gezneyî pirs dike çima bi israr dixwazin li gel Tirkiyê peymanên wisa metirsîdar çêkin?
Di dawiya nivisandina xwe de jî parlementerê YNK’ê Karwan Gezneyî dibêje:
Bi vî pereyî hukûmeta herêmê dikare bi projeyên hîn mezintir û xurttir prisgirêka kehreveyê ji holê rake.