PDK LI PÊY PROVOKASYONÊN NÛ YE
LI HERÊMÊ HEWL DIDE BAREGEHÊN NÛ AVA BIKE
Li qadên Dinarte û Sorçiyan ên navçeya Akrê, hêzên çekdar ên Malbata Barzanî di nava hewldanên provokasyonê de ne.
PDK hewl dide baregehên nû li herêmê ava bike.
Li Deşta Nehlê hêzên PDK’ê bi keyayên gundên Deşta Nehlê re ketiye nav pêwendiyê û ji wan hejmara telefonên şivanan xwestin.
Van hêzan bi telefonê teklîfa sîxuriyê li şivanên herêmê kirin.
Li gor agahiyan van hêzan ji şivanan re gotiye, “Dema hûn ajalên xwe dibin çiya, hûnê wargehên gerîla tespît bikin. em ji we dixwazin hûn koordînatên wan ji me re bêjin.”
Hemam hêz bi droneyan jî li herêmê keşfê dikin.
Hêzên ser bi PDK’ê li qada Sorçiyan a Dînartê li ser noqteyên xwe hêz zêde kirine û gelek noqteyên nû jî li vê derê vedane.
Ji bo van noqteyan 10 wesayitên zirxî yên hammer û gelek çekên giran hatine veguhastin.
her wiha hêzên PDK’ê bi helîkopteran li herêmê gundê Hîzankê yê Akrê ji bo keşf û provokasyonên nû tûran davêjin