PDK LI HERÊMÊ AMEDEKARIYÊN ŞER DIKE
JI HERÊMA XELÎFAN HEYA BARZAN HÊZÊN NÛ HATINE BICIH KIRIN
PDK hêzeke taybet a bi navê “Mekteba Serok” li gundê Serêşme bi cîh dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bi dest xistin, nêzî hefteyekêye PDK li herêma Xelîfan heya herêma Barzan hêzekî taybet bicîh dike.
Li herêmê piştî hêzên taybet yê asayîşê, hêzekî bi navê “Mekteba Serok” yê girêdayî PDK’ê jî li herêmê bicîh dibe.
Her wiha heman çavkaniya ragihand ku ev hêz bi çekên giran û wesayitên zirxî ve tên sewqî herêmê tên kirin.
Ev hêzên PDK’ê di ketina gundan de nuqteyên kontrolê danîne û kontrola nasnameyên gundiyan dikin.
Gundî bêyî kontrola nasname nikarin bikevin gundên xwe û derkevin. Her wiha li gundiyan hatiye qedexe kirin ku saetên êvarê derkevin derve.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ev leşkerîkirina herêmê welatiyên herêmê bêzar kiriye.
PDK ji 25’ê Cotmehê ve hêzên xwe vediguhizîne herêma Garê.
Bi sewqkirina hêzeke taybet a ser bi serokatiya PDK’ê ji bo herêma Biradost û Barzan jî dide nîşandan ku amadekariyên şer ji Behdînan heya Biradost û Zînê Wertê heye.