Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK li pey provokasyonên nû ye 07.11.2020

 

PDK LI PEY PROVOKASYONÊN NÛ YE
LI HERÊMA METÎNA LIV Û TEVGERA ARTÊŞA TIRK ZÊDE DIBE

PDK hewl dide ne tenê li Gare, li hin heremên din jî hêzên xwe bi cîh bike.

Li hin heremên Kanîmasî nuqteyên kontrolê ava kirin. Ev rewş rê li ber artêşa tirk vedike.

Bi bicihbûna hêzên PDK’ê re, li heremê liv û tevgera artêşa Tirk jî zêdetir bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidest xistin, hêzên bi ser PDK’ê li gundê Tirwanêş yê navçeya Kanî Masi noqteyên nû yê kontrolê ava dikin.

PDK li vê noqteya kontrolê û gire nêzî gundê Tirwanêş hêzên xwe kom kiriye û bi wesayîtên zirxî li herêmê bi cîh dibe.

Dîsa li gorî heman çavkaniyan liv û tevgera PDK li herêma Metîna zêde bûye.

hêzên bi ser PDK’ê ve bi wesayitên zirxî derbasî noqteyên hatine girtin dibe.

Dîsa çavkanî radighîn ku li herêma Metîna jî PDK hêzên xwe kom dike û di nav liv û tevgereke mezin de ye.

Di heman demê de şevê borî sê helîkopter hatin baregeha dewleta Tirk ya Kanî Masî ya Baroxê.

Hêzên PDKê ji bejahiyê ve, dewleta trik jî ji hewa ve bi awayeke hemwexst ketine nava tevgerê. Ev jî vê pirsê derdixe holê.

Gelo Dewleta trik di êrişa li ser heremên Gerilla de hêzên PDK bikartîne?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv