NE BANG Û NE JÎ HIŞYARIYAN DIBIHÎZE
PDK ŞANDINA HÊZAN DIDOMÎNE Û ARTÊŞA TIRK JÎ BI HELÎKOPTERAN DIPARÊZE
4’ê Mijdarê ji ber ku PDK’ê berê hêzên xwe da qadên gerîla, ji hêzên wê kesekî jiyana xwe ji dest da.
HPG’ê da zanîn, ku bûyer bi qasî 6 km dûrî bajarokê Çemankê yê Duhokê qewimî ye û ji aliyê wan ve ti êriş pêk nehatiye.
Tevî vê bûyera ku li cem tevahî partî, sazî, rêxistin û kesayetên Kurdistanê bû cihê nerazîbûnê, PDK di provokasyon û şer de israr dike.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku PDK hêzên nû şandine deverên Deşta Nehlê, Çemankê, Akrê û Amêdiyê.
Ya balkêş ew e, ku dema veguhestina van hêzan pêk tê helîkopterên êrişê yên bi tîpa kobra yên dewleta Tirk dikevin nava livûtevgerê.
Ev 3 roj in her şev helîkopterên kobra bi taybetî li ser herêma Metîna difirin.
Bi taybetî piştî êrişa PDK’ê ya 4’ê Mijdarê li ser kampa gerîlayan a li Çemankê, nerazîbûneke giştî bi taybetî li Başûr, li tevahiya Kurdistanê xwe da der.
YNK, Tevgera Goran, Hizbî Şûî, Komela Îslamî, siyasetvan, rewşenbîr, rojnamevan û xelkê Başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê kiribûn, ku bi pîlanên dewleta Tirk ranebe û xwe ji şerekî li dijî Kurdan dûr bixe.
Lê xuyaye, ne bang û ne jî hişyariyeke Kurdistaniyan ne xema PDK’ê ye û di rêveberina polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk de bi israr e.