PARÊZVANIYA PDK’Ê YA KUJERÊN KURDAN
SIYASETVANÊN BAKURÎ DIKUJE Û DIAVÊJE ZINDANAN, LÊ KUJERAN DIPARÊZE
Gelek kujerên bi hezaran Kurdan û rayedarên dema Sadam Huseyîn li Başûrê Kurdistanê dimînin.
Tê gotin kurê berpirsyariyê qirkirina Helebçeyê Hesen El-Mecid ango Eliyê Kîmyewî, Hesen Elî Mecîd bi xwe li English Vîlllage a Hewlêrê dimîne.
PDK bi bahaneya îmze avêtiye bin projeyên bazirganî ya mezin, parêzvaniya kurê Eliyê Kîmyewî Hesen Elî Mecîd dike.
Lê heman PDK, siyasetvanên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê diçin Başûr dikuje û wan diavêje zindanan.
Xizmên wan siyasetvanên ku dikuje an dibe sedema mirina wan jî, agahdar nake.
Mînaka vê ya herî ber bi çav jî, kuştina siyasetvanê Kurd Metîn Adugît e.
Hefteya derbasbûyî li ser pirsîna bi israr derketibû holê Metîn Adugît li zindanê kuştiye.
Lê belê niha derket holê ku, Metîn Adugît beriya zêdetirî 2 mehan, ango 10’ê Mijdara 2020’an jiyana xwe ji dest daye.
Tevî ku di ser re ewqas dem derbas bûbû jî, heta malbat û parêzeran israr nekir, eşkere nekirin.
Piştî ku malbat û parêzeran israr kir, Asayişa PDK’ê di 13’ê çilê de agahiya bi îdîaya krîza dil derbas kiriye, da xizmên Metîn Adugît.
Ev nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî Metîn Adugît û parastina wê ya berpirsyarên dema rejîma Sadam Huseyîn jî, careke din hêrsa raya giştî ya Kurd zivirand ser PDK’ê.