Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK û welatparêzî

 

PDK Û WELATPARÊZÎ, XETA TESLÎMBÛN Û XIYANETÊ

Li ser welatparêziyê dosyayek bi nivîsa Nivîskar Fuad Kav heye.

Mirov çawa dibe welatparêz û ev welatparêzî çi ji me dixwaze.

Di vir de jî em ê hin mînakan bidin.

Bi taybetî jî kesên behsa Kurd û Kurdistanê dikin çawa nebûne welatparêz.

Li ser vê mijarê dosyayek berfireh a Nivîskar Fûat Kav heye.

Em ê îro beşa yekemîn a ji vê dosyayê pêşkêşî we bikin.

Eger Kurdistan di rihê me de bi cih bibe û di dilê me de wekî çiyayekî mezin bibe wê demê hun bûne welatparêzekî rastî.

Yanî welatparêzî bi zanistî, rihî, bi dil û hezkirinê eşqa welat e.

Welat jî bi çandê re ango bi axê re wateya xwe dibîne.

Eger ev yek nebe wê dema welatparêzî nabe.

Eger bibe jî wê bi awayekî sexte be.

Ev yek mirin, kuştin, şer û pevçûn û teslîmbûnê bi xwe re tîne.

Di vê rewşê de her tişt heye, lê welatparêzî tineye.

Têkiliya Burjuvazî jî bi welat, welatparêzî û azadiyê re tineye.

Welatparêzî ji bo azadî û heqîqetê şer dixwaze, ji bo gel û welat têkoşînê dixwaze.

Di vê rewşê de destpêkê eşîra Barzanî tê bîra mirovan.

Li Başûrê Kurdistanê nîv dewletek hat avakirin, lê welatparêzî çênebû.

Di navbera xwe û aliyên din ên Kurdistanê de cûdabûnek danîn.

Kurdên li aliyên din hatin jibîrkirin û dev ji wan berdan.

Ya xerab jî li heman herêmê li dijî partiyên din şer dan destpêkirin û bi salan birakujî çêbû.

PDK ji ber vê yekê ne bû gel û ne jî welatparêz.

Bi temamî veguherî pergala axatiyê, partiyek otorîter.

Bûn her tişt, lê nebûn welatparêz.

Xwe li ser aboriyê meşandin, yanî zihniyeteke ku eşîr û dewletê biparêze.

Di rêziknameya xwe de qala Kurdistanê dikin, lê hedefa wan eşîr û malbatî ye.

Car caran behsa Kurdistana mezin û serxwebûnê dikin, lê ev yek nebû.

Ji ber ku siyaset û bîrdoziya wan ne li gorî wê ye.

Rêveberiya PDK’ê tenê li herêma eşîra Barzan xwe bi sînor kir.

Yanî dibêjin bila biçûk be, ya min be.

Bi zihniyeta burjuvazî avakirina dewletê, lê ji wê jî gelekî li paş in.

Burjuvaziya netewî dixwaze ew tenê bibe xwediyê her tiştî.

Lê PDK ji wê jî xerabtir dike, di berdêla tiştekî biçûk de jî Kurdistanê dide hêzên navnetewî.

Tişta ku dike jî li welatê xwe xulamtî ye.

Eger ne wilo ba Barzanî her tim serî li siyaseta birakujiyê nedida.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv