Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê di provokasyonên xwe bi israr e: Li gelek deverên cuda ji bo avakirina baregehan daran dibirin 07.01.2021

 

LI HERÊMÊ PROVOKASYONÊN PDK’Ê DEWAM DIKIN
LI GELEK DEVERÊN CUDA JI BO AVAKIRINA BAREGEHAN DARAN DIBIRIN

Siyaseta şerxwaz ya PDK’ê dewam dike.

PDK rojane baregehên nû li nêzî herêmên gerîla ava dike û çekên giran vediguheze herêmê.

Vê carê jî PDK ji bo li herêmê nêzî qadên gerîla baregehan çêke, dest bi birîna daran kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidest xistin, çekdarên PDK’ê li herêma Qesrê ya ser bi navçeya Çoman û bajarokê Wertê ya ser bi navçeya Rewandizê, dest bi birîna daran kiriye.

Heman çavkanî ragidihînin ku çekdarên PDK’ê li herêmên Zînî Wertê, Çiyayê Gewe, rêze çiyayên Direb, Girê Kêle ya ser bi bajarokê Wertê, Girê Maynesur, Girê Xanolan, gundê Welzêy a ser bi bajarokê Qesrê, Girê Kulîtar û derdora wê li gelek deverên cûda dara dibirîn.

Her wiha li gorî agahiyan, li rexa dar birînê, fermandarên PDK’ê ji xelkê herêmê xwestine bi kêfa xwe biçin û daran bibirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv