PDK LI HEMBERÎ SÎNORÊ ROJAVA ÇI DIKE?
ALDAR XELÎL: JI BER ÇI EWQAS HÊZ Û ÇEPER
Li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê çi diqewime?
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Twitterê agahî dan, ku PDK hêzên xwe li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û çeperan dikole.
Aldar Xelîl dipirse PDK’ê li hemberî kîjan dijminî hêzên xwe dişîne sînorê Başûr-Rojava û li wir hêzên xwe zêde dike.
4’ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî heyeteke ku tevahiya endamên wê PDK’yî bûn, çû Enqerê.
Bi şefê faşîst ê dagirkeriya Tirk Erdogan û wezîrê wî yê karê derve Mevlut Çavûşoglu re rûnişt.
Piştî vê hevdîtinê bi rojekê yek ji bomberdimanên herî giran bi helîkopter û balafiran li ser Heftanînê pêk hat.
Niha jî ji ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê agahiyeke balkêş hat.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Twîtterê agahî da, ku PDK hêzên xwe li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê zêde dike, çeperan dikole û dibêje:
Tu yê bê qey sînorê Başûr-Rojava di navbera di dewletan de ye ku têkiliya wan bi hev re nîne.
Aldar Xelîl van pirsan dike:
Ji bo çi komkirina ewqas hêza leşkerî?
Ji ber çi kolandina ewqas çeper?
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê balê dikşîne ser rola Rojavayê Kurdistanê ji bo Yekîtiya Neteweyî û dibêje:
Başûrê Kurdistanê xwedî ezmûneke ciwane û derfete, ku piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê bike.
Lê ji ber çi nêzîkatiyên bi vî rengî li sînorê di navbera Rojava û Başûr de dike?
Ma divê tenê yekîtiya me siyasî be?
Ma ne rewşa parçekirinê û danîna sînoran encama polîtîkayên wan hêzane ku Kurdistan parçe kirine?
Çima em vê parçebûnê erê dikin û kûr dikin?
Raya giştî ya Kurdistanê jî niha vê yekê meraq dike:
Niha li aliyekî hevdîtinên ji bo sazkirina Yekrêziya Kurdî li Rojava di navbera PYNK û ENKS’ê de di rojevê de ne…
Lê PDK’a ku hat gotin, di van hevdîtinan de xwedî role, niha çima hêzên xwe li ser sînor zêde dike û çeperan dikole?