PDK DI HEVKARIYÊ DE ISRAR DIKE
LI HERÊMA METÎNA NOQTEYÊN KONTROLÊ TÊN AVAKIRIN
Tevî hemû hewildanên gelê Kurd û aliyên siyasî PDK di hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re israr dike.
Hêzên PDK’ê vê sibehê li herêma Metîna dest bi avakirina nokteyek nû ya kontrolê ava kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine girtin hêzên PDK dest bi avakirina noqteyek nû ya kontrolê li sêgoşeya gundê Birîfka ava kiriye û li vir mefrezeyek bi cih kirine.
Lê heya vê gavê jî nehatiye zanîn ku ev xala kontrolê demkî ye yan jî mayînde ye.
Di heman demê de balefirên keşfê yên bi çek û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker jî li ser herêmê digerin.
Hemû deverên ku hêzên PDK’ê lê bi cih bûne, bênavber ji hêla balefirên keşfê yên dewleta Tirk ve tên parastin.
Ev yek jî weke nîşaneya hevkariya bi dagirkeran re tê şîrovekirin.
Ev ne cara yekemîn e ku çekdarên PDK’ê noqteyên kontrolê li gundê Birîfka datînin.
Lê her car hêzên xwe zêde û cihê xwe jî fireh dikin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku; ev benda hatiye danîn ji bo çavdêriya tevgera gerîlayan a li heremê û bicihkirina teknîkê hatiye avakirin.