Asayîşa PDK’ê di 11’ê Cotmehê de 20 Kurdistaniyên ji Kampa Mexmûrê diçûn Hewlêrê revand.
20 kesên ku bi sê wesayîtan ji Kampa Mexmûrê ber bi Hewlêrê ve ketibûn rê, ji aliyê asayîşa PDK`ê ve li ser benda kontrolê hatin sekinandin û revandin.
Li gorî agahiyên ku Komîteya Karê Derve ya Kampa Şehîd Rustem Cûdî daye ANF’ê ji nav 20 kesên hatien revandin,5 jê jin û 15 jê mêr in. Hate diyarkirin ku 15 xwendekar in û yên din jî karker in.
Ev gava PDK`ê hemwextî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, pêk tê.
Kesên hatine revandin ev in:
1. Hacî Yildirim
2. Aycan Çelebî
3. Seîd Kara Abdulla
4. Abdulkerim Kara Yusif
5. Sadiq Bulut Ehmed
6. Aydin Apaydin
7. Orhan Bulut
8. Rûken Ustun
9. Karoş Rustem
10. Şivan Mihemed
11. Zilan Salih
12. Qeder Salih
13. Mahîr Spêrtî
14. Xurbet Tunç
15. Rûbar Sadiq
16. Êhsan Şêx Silêman
17. Eşref Korhan
18. Yusuf Cemal
19. Delîl Çiya