ZEXTÊN LI ZÎNDANAN
PÊKANÎNA DÎJÎTAL A LI ZÎNDANAN CUREYEK JI CUREYÊN TECRÎDÊ YE
Rayedarên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê wê li temamiya zîndanan cîhazên dîjîtal ên weke ATM’yên bankayan bi cih bike.
Di ser vê cîhazê de wê bixwaze ku girtî name, daxwazname, hevdîtinên bi malbatan re, heta dan û standinên ji kantînê jî wê were kirin.
Girtiya siyasî Nurcan Aslan der barê mijarê de agahî dan.
Nurcan Aslan di hevdîtina bi malbatê re eşker kir ku wê tu girtiyek vê pêkanînê qebûl neke.
Malbata Nurcan Aslan jî destnîşan kir ku ew weke malbat vê sepanê qebûl nakin û banga bi hestyariyê li raya giştî kir.