Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Pergala Hevserokatiyê-Dosya

 

PERGALA HEVSEROKATIYÊ

JIN BI PERGALA HEVSEROKATIYÊ RE AKTÎF BEŞDARÎ SIYASETÊ BÛN

Pergala hevserokatiyê ku wekhevya jin û mêr a di siyasdetê digere nava xwe li Bakurê Kurdistanê cara yekê di sala 2005’an de ket meriyekê.

Jinan bi hevserokatiyê re di siyasetê de bi awayekî çalak cih girtin û gotina xwe bi awayekî xurt gotin.

Ji bo ev pergal were hilweşandin dewleta Tirk serî li her rêbazîdan.

Di serî de jin, gelê Kurd li hember zext û destwerdana îradeya wan serî netewan din, her israra xwe ya ji bo vê pergalê domandin.

Em berê xwe bidin xebata hevserokatiyê a dibin siya faşîzmê de.

Pergala Hevserokatiyê şêweyekî rêveberiyê ya li dijî sistema hiyerarşîk, desthilatdar a xwe dispêre modernîteya kapîtalîst e.

Bi pergala hevserokatiyê armanc ew e, îradeya jinê li qada siyasetê aktîf bibe.

Her wiha di wekheviya Jin-Mêr, temsîliyeta jinê ya di rêveberiyê de û di xûşk-biratiya gelan de roleke gelek girîng bilîze.

Pergala hevserokatiyê li Tirkiyeyê cara pêşî sala 2005an bi pêşniyara Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk DTP’ê ve hatibû pêkanîn.

Di vê tecrubeyê ewil de Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn hevserok.

Bi vî awayî di qada siyasetê de pêngaveke nû hat destpêkirin.

Lê dewleta Tirk li hemberî vê pergalê nerehet bû û der barê DTP’ê de lêpirsîn destpê kir û pişt re jî girt.

Lê ev pergal ne hate astengkirin, berovajî wê, bêhtir bi rêxistin bû.

Gelê kurd, Adara 2014an di hilbijartinên şaredariyê de bi pergala hevserokatiyê ket hilbijartinê,

Û li 11 bajaran ku 3 ji wan bajarên mezin in, dîsa li 68 navçe û 23 bajarokan bi serket.

Li şaredariyan hemûyan jî pergala hevserokatiyê ket meriyetê.

Lê dewleta Tirk derbarê gelek şaredariyan de doz vekir û bi van dozan xwest pergala hevserokatiyê ne rewa nîşan bide..

Sala 2010’an jî di kongreya awarte ya BDP’ê jî derbasî hevserokatiya giştî bûn û Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş wek hevserokên giştî hatin hilbijartn.

Tevî hemû hewldanên reşkirin û tepisandinê jî Partiyên DTP, BDP Û HDP rêgeza pergala hevserokatiyê ango temsîleyeta jin esas girtin.

Bê goman ji vê pergala hevserokatiyê re jinan pêşengî kir.

Sala 1985an li Konseya Ewrûpa ji bo şaredariyan pergala hevserokatiyê h atibû qebulkirin.

Tirkiyê jî ev peyman sala 1988’an îmze kir û di 1992’an de erê kiribû.

Lê desthilatdariya AKPê pemana ku Tirkiyê îmze û erê kiriye binpê kir.

Sala 2014an dadgehên dewleta Tirk BDP’ya ku di hilbijartinên şaredariyan de pergala Hevserokatiyê esas girt bi hinceta li dijî “hiqûqêye” biryara girtina wê da.

Di serî de jin, gelê Kurd li hember zext û destwerdana îradeya wan serî netewan din, her israra xwe ya ji bo pergala Hevserokatiyê domand.

Sala 2016an hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBPê Sabahat Tuncel, Hevseroka KCDê Selma Irmak jî di nav de piraniya wan jin gelek hevserokên rêxsitinên bajar û navçeyan jî hatin girtin.

Desthilatdariya AKPê her zextên xwe dijwar kirin siyaseta Kurd jî bi awayek hê xûrtir bersiv dan desthilatê.

Tevî ku bi sedan hevserok û endamên HDPê girtî bûn jî, di hilbijartinên xwecîhî yên 31ê hezîrana 2019an de,

3 jê bajarên mezin, 5 navend, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî bidest xistin

Tevî hemû zext û girtinan, pergala hevserokatiyê ya ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ve ket jiyanê, di nava demê de sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî ev pergal xistin dewrê.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv