25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TÛNDIYA LI SER JINÊ
PERVÎN BULDAN: BERPIRSYARÊ KUŞTINA JINAN DESTHILATDARIYA AKP’Ê YE
Civîna Koma Jinan a HDP’ê bi nîşandana sînevîzyona li ser 25″ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tûndiya ser jinê dest pê kir.
Piştî sînevîzyonê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.
Pervîn Buldan diyar kir ku , Desthilatdariya AKPê, ji jinan zêdetir zilamê êrişkar û kujer diparêze. Bi taybetî jî, li bajarên Kurdistanê, bi destê leşkerên dewletê destdirêjî têkirin.