Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pervîn Bûldan: Çiqas êriş bikin wê ewqasî jî têk biçin 26.09.2020

 

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”

PERVÎN BÛLDAN: ÇIQAS ÊRIŞ BIKIN WÊ EWQASÎ JÎ TÊK BIÇIN

Gelo rejima Erdogan, piştî 6 salan, doh çima dîsa hewce dît bi bahaneya serhildana gel ya ji bo Kobanî, HDP bike hedef.

Serkeftina li Kobanî ya li hemberî DAIŞê di Erdogan de birînên çawa vekirin.

Edî eşkere ye ku rejima Erdogan di siyaseta xwe ya hundur û derve de, bi taybetî li Libya, Suriyê û li derya Spî têkçû, aboriya wê li ber îflasê ye, di anketan de hêjmara dengê wê daketine bin ji sedî 30’î.

Gelo ji bo bala civakê ji ser van pirsgirêkan bide alî êriş dike ser HDP’ê, yan, ji xwe pirsgirêkên wê hebin jî tinebin jî, di her halê de nefreta xwe ya li hemberî kurdan tîne der.

Li hemberî teroa AKPê ya li ser HDP daxuyaniyek jî ji Pervîn Buldan hat.

Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan ev bang li AKP-MHP’ê kir:  “hûn çiqas êriş bikin, hûnê ewqasî têk biçin.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan tevî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û rêveberên HDP’ê li Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da.

Pervîn Bûldan bal kişand ser civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û diyar kir, ku ew bi awayekî berfireh li ser tevgera qirkirina siyasî rawestiya ne.

Hevseroka HDP’ê destnîşan kir, ku tevgera li dijî HDP’ê bûyî, dewama darbeya 4’ê Mijdara 2016’a ne, ku hevserokên wan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin.

Pervîn Bûldan got, hevalên me hemû yên hatine binçavkirin û girtin azadî û aştîxwazin.

Ji bo azadiyê têdikoşin û divê tavilê werin berdan.

Ev tevger li dijî gelên Tirkiyê pêk hatiye.

Hevseroka HDP’ê serhildana Kobanê ya 6-8’ê Cotmeha 2014’an bibîrxist û got, 47 endamên me şehîd bûn.

Ew çalakî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê hatin kirin.

Pervîn Bûldan li ser zêdebûna êrişên AKP-MHP’ê jî got, hûn çiqasî êriş bikin hûnê ewqasî jî têk biçin.

Hevseroka HDP’ê herî dawî jî bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî faşîzmê û wiha got:

Emê bi serkevin. Bila şik û gumana ti kesî ji vê yekê nebe.

HDP’ê serî netewand, çok danenî û danayne bila ev yek ji wan re bibe kul û derd.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv