Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşengên Cenga Heftenînê : Emê teqez bi serkevin

 

PÊŞENGÊN CENGA HEFTENÎNÊ
“EMÊ TEQEZ BI SERKEVIN”

Her kêlî berê wan li cengê ye.

Dibe ku şehîd bikevin an jî hevrêyên wan şehîd bibin.

Lê dîsa jî ji armanca xwe nayên xwar.

Gerîlayên Cenga Heftenînê dîsa bi rûkenî, coş û moralê xwe yê bilind derketin pêşiya me.

Beriya biçin çalakiyê dibêjin “teqez emê bi serkevin.”

Gerîlayên jin dibêjin “emê wan zilamên axa me dagir kirine, li erdê bixin.”

Em çend kêliyên taybet ji Cenga Heftenînê bînin ser ekranên we.

PÊŞENGÊN CENGA HEFTENÎNÊ
“EMÊ TEQEZ BI SERKEVIN”

“Serketin a me ye…”

Her cara berê xwe didin çalakiyê vê biryardariyê tînin ziman û teqez dikin:

Ew gerîlayên Heftenînê…

Weke Şehîd Atakan Mahîr gotî, “gerîlayên dema fezayê ne.”

Li ser wan rêzegirên pîroz bi ti awayî serdestiyê qebûl nakin.

Pelçiqandina serê serdestan didin pêşiya xwe.

Her jineke li serê wan çiyayan, li Heftenînê bi pêşengiya xwe radibe xwe weke “tola her jinên tên kuştin” bi nav dike.

Berê wan li cengê ye.

Her kêliyê amade ne.

Her yek ji wan mertalek e, sparteyek… Çiyayeke ji bo hevalên xwe.

Çiqasî xembariya hevrêyên şehîd li ser çavê wan,

Hesreta wan hevrêyan li ser rûyê wan be jî, ew her bi coş… Berê wan her bi moralekî bilind li cengê ye.

Her yek ji wan xwedî dê û bavek, bira û xwişkek…

Xwedî malek û jiyanek, lê dilê wan her tim xwedî barek…

Barê miletekî bindest, welatekî dagirkirî.

Xwediyê kulîlkeke nû bişkivî û şînbûyî,

Xwediyê dareke hêşîn an jî hişkbûyî,

Xwediyê her girekî,

Ew xwediyê wan çiyayên bilind,

Xwediyên Heftenîna rûmetê ne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv