Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşmergeyan rêya navbera Koye û Hewlêrê girtin 15.11.2020

Zêdetirî 300 pêşmergeyan dijî veguhestina wan ya li ser lîwaya 16 çalakiyek lidarxistin. Pêşmergeyan rêya navbera Koye û Hewlêrê li trafîkê girtin.

Wezareta Pêşmergeyan biryar da ku Lîwaya 11 ya pêşmergeyan a li navçeya Koyeyê bikeve ser Lîwaya 16 a li Çemçemalê. Dijî biryarê zêdetirî 300 pêşmergeyan li tabûra 4 ya li navçeya Koyeyê çalakiyek lidarxistin. Pêşmergeyan ji bo demekê rêya navbera Hewlêr û Koye girtin û diyarkirin ku ew naxwazin ji Koyeyê biçin bajarokê Tekye.

Li gorî biryara Wezareta Pêşmergeyan divê hemû lîwayek tabûrek kêm bike. Yanî ger 4 tabur be, divê bibe 3 tabûr.

Heya niha 14 taburên pêşmergeyan di çarçoveya biryara Wezareta Pêşmergeyan de, hatine birêxistin kirin. lê hêzên 70 ku ser bi YNK’ê ne û hêzên 80 yên ser bi PDK heya niha jî bi hevre rêxistinbûyînek çênekirine. Ji bo vê niha Emerîka zêdetir dixwaze taburên pêşmergeyan bixe yek. Emerîka dixwaze hemû tabûrên pêşmergeyan dibin sêwanek de kom bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv