Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşmergeyê Dêrîn Abdula Çalak: Gerîla dagirkeran li Heftanînê têk birin, wê vê carê jî wana têk bibin 26.10.2020

Pêşmergeyê Dêrîn Abdula Çalak diyarkir ku hêzên ku çûne Dînartê ne pêşmergene û got; “Ew hêz taybet PDK û kirêgirên dewleta Tirkin. PDK ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bûye leşkerê Tirk. Ger êriş çêbibe, ne şerê birakujiye. Şerê Eniya Nîştimaniyê bi eniya xiyanet û dagirker reye. Gerîlayan dagirkeran li Heftanînê têkbir, wê vê carê jî wana têk bibin. Em bi gerîlayan re ne.”

Ji êvara 24’ê Cotmehê ve PDK hêz û çekên giran sewqê herêma Garê ya ser bi navçeya Akrê ya girêdayî Dihokê dike. Dixwazin ev hêza ku sewqê herêmê dikin, li gundên ser bi bajaroka Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî Akrê bicih bikin. Şevê din li aliyekî ev hêz xwest li herêma Garê seytere û nuqteyên kontrolê deyne, ji aliyê hewayî ve jî dewleta Tirk gundê Amada ya li herêmê bi dijwarî bombebaran kir.

Pêngavên PDK’ê yên bi vî awayî nerazîbunek tund bi xwere anî. Li ser vê mijarê pêşmergeyê dêrîn Ebdula Çalak ji Rojnews re axivî.

Ebdula Çalak got ku hêzên Gulan û hêzên Roj dû hêzin û cilên Kurdî li ber xwe kirine. Pêşmergeyê dêrîn balkêşa ser armanca sereke ya van hêzane û got; “Ev hêz bi çavdêriya AKP çêbûne. PDK li ser xiyanet û kuştinê van hêzane perwerde kiriye. Destpêkê xwestin ezmûna li Rojavayê Kurdistanê avabûyî û bûye cihê kêfxweşiyê, têk bidin. Xwestin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Ev kirêgirên dagirkeranin û raboriya wan diyare.

Ez bang li hemû Kurdan dikim, hun ji vê pîlanê agadarin. Tirkiye PDK’ê ji bo leşkerê xwe kiriye pêşeng. Çawa rê li ber dewleta Tirk xweşkirine biçin Zîn Wertê û Heftanînê, niha dixwazin heman tiştî bikin. Lê me dît li Heftanînê gerîlayan çi berxwedanek kir û Tirkê faşîst şikest. Niha bi heman awayî Tirkiye dixwaze Dinartê û Gare dagir bike. Di rastiyê ya niha çêdibe şerê bi wekalet û di binemal de şerê MÎT û dewleta Tirk a dagirkere. PDK jî vê dike. PDK hebûna xwe bi dewleta Tirk a dagirker ve girêdaye û bi hemû awayî alîkariya wan dike.”

Pêşmergeyê dêrîn Çalak bang kir û got; “Erkê me weke Kurd helwestek kirdare û divê dengê me derkeve. Divê em kuştina Kurdan a bi Kurdan heram bikin. Ger şer jî rû bide, ev şer ne şerê birakujiyê ye. şerê eniya nîştimaniya gel û eniya xiyanetê ye.”

Herî dawî pêşmergeyê dêrîn ji bo gerîlayên azadiyê jî got; “Ez li vir dibêjim, gerîlayên dilsoz, hemû Kurd bi we şanazin. Qendîl cihê merd û şoreşgerane. Em soz didin, emê bi dil, ruh û can bi were bin. Wê weke Heftanînê dîsa dagirker têk biçin. Lê ez bang li PDK’ê dikim, ji vê zêdetir leşkeriya Tirk nekin. Ez bang li hemû Kurdan dikim bi yekîtiya netewî li ber vî şerî bigrin û şerek ne rewaye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv